Hasan Ozekê HDP’î hate girtin

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Navendî yê Colemêrgê Hasan Ozek bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin.

Hevserokê Navçeya Navendî ya Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasak Ozek ku di nava kesên di 12’ê Tebaxê de li Amed, Colemêrg, Wan û Edeneyê de di serdegirtina malan de hatibû destgîrkirin, ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Çelê ve hate girtin.

Ozek bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kiriye û endamtiya rêxistina çekdarî” hate girtin.