Halîl Aksakal li Mannheîmê hat bîranîn

Şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal ê li Girê Spî di 18'ê Hezîranê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Mannheîmê hat bîranîn.

Şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal ê li Girê Spî di 18'ê Hezîranê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Mannheîmê hat bîranîn.

Bîranîna ji aliyê AGÎF, NAV-DEM û ATÎF'ê hat organîzekirin, ji MKP û MLPD'ê jî destek dît. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Li dû nîşandana sînevîzyonê, nûnerê MLKP'ê mafê axaftinê wergirt û daxuyaniya ji aliyê MLKP Rojava ve hat weşandin, xwend.

Dûre li ser navê NAV-DEM'ê axaftin hat kirin û hat gotin, "Şervanê enternasyonalîst şehîdê Rojava Mazlûm Aktaş, şoreşgerekî ji gelê Ereb e. Di serketina Kobanê de MLKP'ê roleke gelekî mezin lîst."

Nûnerê Partîzan jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tabûra enternasyonal ji aliyê têkoşîna yekbûyî ya hêzên şoreşger û diyar kir ku di kesayetiya Aksakal de ew bi rêzdarî bejna xwe li pêşberî hemû şoreşgerên li Kobanê û tevahiya Rojava jiyana xwe ji dest dane, ditewîne.

Nûnerê Partîzan êrîşa dawî ya çeteyên DAŞ'ê ya li hemberî Kobanê şermezar kir û axaftina xwe bi gotina 'Bijî Piştgiriya Enternasyonal" bi dawî kir.

Di axaftina li xwe navê MKP de piştgiriya enternasyonal hat destnîşankirin û hat ragihandin ku ji dest dayîna jiyanê ya Halîl Aksakal ji bo tabûra enternasyonal windahiyeke mezin e. Nûnerê MKP'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê şermezar kir.

MLPD jî ji bo projeya nexweşxaneyê ya li Kobanê bê çêkirin banga destekê kir. Piştre nûnerê Herêma Başûr a Komal, li ser navê malbatên şehîdan peyivî.

Nûnerê Komal da xuyakirin ku di têkoşîna Rojava de, Kurd bi tenê nînin, hêzên enternasyonal û MLKP jî cih digirin û di şexsê Aktaş de hemû şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.