Gundiyan bi traktorên xwe bi ser bajar de girtin
Gundiyan bi traktorên xwe bi ser bajar de girtin
Gundiyan bi traktorên xwe bi ser bajar de girtin
Gundiyên gundê Yenîkoy û Zorkoy ên Êlihê, ji ber ku erdê wan ji destê wan hatin girtin, şûnde bigirin bi traktoran ketin navenda bajar û erdên xwe xwestin. Şêniyên kurdên Zorkoy û Yenîkoy k udi çarçoveya projeya ‘Giştîkirin’ de erdê wan ji wan hatin girtin, li traktorên xwe siwar bûn û li Êlihê protesto kirin.
Gundiyên kul i ber Walîtiyê ji aliyê polîsan ve hatin astenkirin, di navbera wan û polîsan de demek dirêj gengeşî çêbû. Di çalakiya ku polîsên trafîqê qels man de, polîsên hêzên çevîk û tevgera taybet hatin cihê bûyerê.
Gundiyên xwestin bimeşin Walîtiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî hewldanên polîsan ji nava gundiyan 5 kes ji bo ku derdên xwe vebêjin bi Waliyê Êlihê Yilmaz Arslan re hevdîtin kirin. Gundiyan di hevdîtinê de diyar kirin ku 4 hezar û 500 donim erdên ku ji kal û bavên wan ji wan re maye, bêyî agahiya wan li ser navê hin kesên din hatine tapokirin û gotin “bila ev rewş bê sererastkirin”.
Gundiyên erdê xwe şûnde xwestin, diyar kirin ku ger ev şaşî sererast nebe dê çalakiyên wan bidomin. Gundiyên rê li trafîkê girtin piştî saetekê şûnde rê li trafîkê vekirin.