Guler: Operasyonên qirkirina siyasî wê pûç bibin, gelê me wê xwe bi rê ve bibe
Hevserokê Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Wanê Guler diyar kir, AKP dixwaze li herêma Serhedê bi operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Şaredariyên DBP'yî re vîna wan bişikîne û destnîşan kir, ev êrîş wê bên pûçkirin.
OKTAY CANDEMÎR / SEDAT SÛR
WAN
çarşem, 30 adarê 2016, 13:16
Hevserokê Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Wanê Guler diyar kir, AKP dixwaze li herêma Serhedê bi operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Şaredariyên DBP'yî re vîna wan bişikîne û destnîşan kir, ev êrîş wê bên pûçkirin.
Hevserokê Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Wanê û Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler, operasyonên qirkirina siyasî ji ANF'ê re nirxand.
Guler diyar kir, di mehên dawî de li Wanê pêvajoyeke ji zext û girtina dema 'Operasyonên KCK'ê dijwartir rû daye û anî ziman, ku ev operasyonên li hemberî herêma Serhedê tên kirin, bi taybetî li Wanê tên meşandin.
Guler işaret bi girtin û binçavkirina nûnerên gel ên li Wanê kir û got, "Li çar navçeyên me Hevşaredarên me hatin girtin. Ji van Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Çetîn, Hevşaredar Erdîşê Dîba Keskîn, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci hînê girtî ne, Hevşaredara Şaxê Evîn Keve pêr ji aliyê dadgehê ve bi biryara 'bi awayekî negirtî were darizandin' hat berdan.
Têkildarî Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav, Hevşaredarê Erdîşê Abdûrrahîm Çagan û Hevşaredarê Artemêtanê jî biryara girtinê hat dayîn û ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Her wiha bi dehan hevalên me yên endamên meclîsa şaredariyan ji wezîfeyê hatin dûrxistin û biryara girtina wan hat dayîn."
Guler da xuyakirin, ku ti sparteyeke hiqûqî ya girtin, binçavkirin û dûrxistina ji wezîfeyê nîne û destnîşan kir, ev hemû ji bo şikandina vîna siyasî ya gelê Kurd tê kirin.
Guler da zanîn, AKP bi zanebûn herêma Serhedê hedef nîşan daye û diyar kir, bi Wan, Erzîrom, Mûş, Çewlik û tevahiya cihên AKP'ê di hilbijartinên dawî de lê kêm kir, operasyon tê meşandin.
Guler destnîşan kir, ku ti zext û polîtîkayên çavtirsandinê wê nikaribe vîna gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Serhedê bişikîne.
Guler di dawiya axaftina xwe de got, "Gelê me di vê pêvajoyê de bi me re ye. Kes ji me nemîne jî wê gelê me bi xwe şaredariyên xwe bi rê ve bibe" û destnîşan kir, her şêwe zext û êrîş wê bên pûçkirin û gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe.