Piştgiriya ji bo greva birçîbunê ya girtiyên Kurd ên ku ji 12’ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kirine, berdewam dike. Greva birçîbûnê ya li navçeya Ranyayê bi dirûşima “Bijî Berxwedana zîndanan” hatibû destpêkirin berdewam dike.
Greva birçîbûnê ya li navçeya Ranye ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê 50 kesan ve hatibû destpêkirin, du rojan berdewam kir, duh bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya bi dirûşima “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye û bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de banga berdewamkirina çalakiyên ji bo greva birçîbûnê hate kirin.