Greva birçîbûnê di roja sêyemîn de ye

Greva birçîbûnê ya li Amedê, ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re were kirin destpê kir, di roja sêyemîn de ye.

Greva birçîbûnê ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê li Amedê destpê kir, di roja sêyemîn de ye. Duh jî gelek kes hatin serdana çalakgeran.

Duh danê sibehê Hevserokê Kongreya Civaka Demokrartîk (KCD) Hatîp Dîcle, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş çalakger ziyaret kiribûn.

Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li vir daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag dan. Yuksekdag û Kurkçu gotin, "Em dixwazin ji Ocalan agahiyê bigirin, ne ji Bozdag."

MALBATÊN SÛRÊ ÇALAKGER ZIYARET KIRIN

Danê nîvro jî, malbatên cangoriyên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya, nûnerên rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeyan, MEYA-DER, xebatkarên şaredariyên Peyas û Baglarê, ji bo destekê bidin çalakgeran hatin serdanê.

'FIKARÊN ME ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN'

Berêvarê jî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku li Stenbol û Enqereyê parêzeriya Ocalan dikin û hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê çalakger ziyaret kirin. Li ser navê parêzeran Îbrahîm Bîlmez li vir axivî û diyar kir, agahînegirtina ji Ocalan fikarên wan roj bi roj zêde dike. Bîlmez da xuyakirin, ku ew hêvîdar in ev greva birçîbûnê bibe wesîleya aştiyê.

Di vê navberê de defterek bi navê 'Notên ji bo Giravê' li pêşiya deriyê Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê hat danîn, ji bo kesên tên ziyaretê li ser grevê û rewşa Ocalan nêrînên xwe binivîsînin.

Wê îro gelek kes bên serdana 50 çalakgerên greva birçîbûnê.