Gorên Mazlûm û Delîl Dogan hatin ziyaretkirin

Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsimê û Serokatiya Konseya Xwendekaran, gorên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm û Delîl Dogan ên birayên hev, ziyaret kirin û li gundê Temanê agirê Newrozê dadan.

Serokê Konseya Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê Alî Ekîncî li di çalakiya li gundê Temanê de axivî û got, "Agirê şoreşê yê bi Kawayê Hesinkar destpê kir û bi sê derbikên niftikê yê Mazlûm Dogan re di Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû xwedî wate, li Kobanê, Şengalê, Hesekê, Qamişlo û bi giştî li Rojhilata Navîn mezin dibe. Mazlûm Dogan bi gotina xwe ya "teslîmiyet mirovan dibe xiyanetê, berxwedan mirovan dibe serketinê" û bi sekna xwe ya watedar re berxwedan û azadî da vî gelî.

Bi vê wesîleyê li ser gora vî mirovê bedew, em wî bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê di rêya wî nîşanî me daye de, bimeşin."

Endamên Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsimê jî, li gundê Temanê agirê Newrozê dadan û piştre ji gund derketin.