Gora Doktor Zeyno ya PKK'yî hat tespîtkirin

Li navçeya Wan Miksê, gora ku tê gotin hestiyê Doktor Zeyno lê ye, bi awayekî fermî hat tespîtkirin.

3 sal piştî daxuyaniya endamê Meclîsa Şaredariya Miksê Ehdînûr Elbîr, Dozgeriya Komarê ket nava tevgerê û cihê gora tê gotin hestiyên Doktor Zeynep a PKK'yî lê ye, tespît kir.

Dozgeriya Komarê ya Miksê bang li Elbîr kir ku îdîaya xwe ya beriya 3 salan kiriye piştrast bike. Li ser vê yekê Elbîr tevî Dozgerê Komarê û jendermeyan çû cihê cenazeyê fermandara PKK'yî Doktor Zeyno ya di sala 1997'an de di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Elbîr cih nîşan da, dozgeriyê ev der tespît kir û rapor li ser amade kir.

Elbîr der barê mijarê de agahî da û diyar kir, ew ê xebatên xwe yên li ser gorên komî bidomînin.