GOÇ'ê projeya "Ev ne lîstik e" aşkera kir
GOÇ'ê projeya "Ev ne lîstik e" aşkera kir
GOÇ'ê projeya "Ev ne lîstik e" aşkera kir
Weqfa GOÇ'ê dê bernameya "Welatîbûna Demokratîk û Hîbeya Perwerdeya Mafên Mirovan" bi hevpariya Şaredariyên; Bajarê Mezin a Amedê, Yenîşehîr, Rezan, Peyas û Surê projeya "Ev ne lîstik e" civînek lidarxist û proje aşkera kir.
Weqfa GOÇ'ê dê bernameya "Welatîbûna Demokratîk û Hîbeya Perwerdehiya Mafên Mirovan" bi hevpariya Şaredariyên; Bajarê Mezin a Amedê, Yenîşehîr, Rezan, Peyas û Surê projeya "Ev ne lîstik e" li Salona Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê bi civînekê lidarxist. Di civînê de nûnerên şaredariyan, serok û xebatkarên Weqfa GOÇ cih girtin.
Serokê Weqfa GOÇ'ê a Amedê Talat Çetînkaya axaftina vekirinê kir û diyar kir ku, ev 3 sale xebatên wan berdewam dikin û wiha got: "Di xebatên me de xala herî hesas zarok in, ji ber wê berpirsyariya me giran e. Di 30 salên şer de herî zêde zarok bandor dibin. Sed zarok ji ber ku saziyên eleqedar pêre mijûl nebûne jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne, di temenê biçûk de hatine zewicandin û rastî îstîsmara zayendî hatine. Cîhana zarokan hatiye tarîkirin. Ev hêvîdarim eger em dest bidin hevdû em dê cîhana zarokan ronî bikin. Ger cîhana zarokan ronî bibe wê cîhana me jî ronî bibe."
Piştî Çetînkaya, Seroka Xebatên Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê Semra Kiratli da zanîn ku, projaya "Ev ne lîstik e" ku ji aliyê GOÇ'ê ve hatiye amadekirin û YE'yê piştgirî daye û wiha got: "Di van deman de ji bo zarokan pêwîste xebatên civakî û çandî werin pêşxistin. Em weke hevparê projeya 'Ev ne lîstik e' em ê heya dawiyê piştgirî bidin vê projeyê"
Piştî axaftinan koordînatora projeyê Ruşen Turgut, li ser proja "Ev ne lîstik e" xebatên ku werin kirin bi sînevzonekê pêşkêş kir. Civîn bi çepikan bi dawî bû.