'Girtiyên nexweş eger di demeke kurt de wê bimirin, tên berdan'

Parêzer Şahîn Canguleş diyar kir ku divê muwekîlê wî Necman Oner ê nexweşiyek giran pê re heye were berdan û got, "Dadgeh, eger wê di demeke kurt de bimirine, hingî berdide."

Parêzer Şahîn Canguleş diyar kir ku divê muwekîlê wî Necman Oner ê nexweşiyek giran pê re heye were berdan û got, "Dadgeh, eger wê di demeke kurt de bimirine, hingî berdide."

Li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Yek ji van Necman Oner e. Nexweşê giran Oner ku nexweşiyên mîde û dil pê re heye, tevî ku felç bû jî, nayê berdan. Oner ê di sala 2011'an de hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa F ya Wanê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Trabzonê hat kirin. Oner ku beriya girtîgehê nexweşî pê re hebû û piştî hat girtin tedawiya wî bi temamî rawestiya, herî dawî li girtîgehê felç bû û bi qeysik û alîkariyê hewl dide bijî. Ji bo berdana Oner serlêdan hat kirin, lê belê heyeta dadgehê bi îdîaya "guman heye bireve" bersiva neyînî da serlêdanê.

"BI TENA SERÊ XWE NIKARE BIJÎ"

Parêzer Şahîn Canguleş der barê mijarê de agahî da ANF'ê û diyar kir ku Oner bi îfadeyên şahidekî veşartî hatiye girtin.

Canguleç got, "Ji bo muwekîlê min ê bi qeysik tevlî rûniştinan dibe, Saziya Tipa Edlî ya Wanê diyar kir ku astengî li pêşiyê nîne ku li girtîgehê bimîne. Ji girtîgehê re nivîs hat nivîsandin. Tevî ku di nivîsê de hat gotin ku bi tena serê xwe nikare bijî û bi alîkariya wezîfedaran jiyana xwe dewam dike, nehat berdan. Muwekîlê min ku di heman demê de felç e, sirgûnî Girtîgeha Trabzonê hat kirin. Vê biryarê û pêvajoya darizandinê, derb li wijdanan xistiye. Yekane sûcê muwekîlê min ê bi îfadeya şahidekî veşartî hat girtin, nemirina li girtîgehê ye. Ji ber ku, eger di demeke kurt de bimire, hingî wê dadgeh wî berde."