Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê dikin

Bi armanca avakirina "Xelekek zexm a ewlekariyê ya li dora Ocalan" wê ewilî li 7 girtîgehên cuda 35 girtî di 15'ê Îlonê de bikevin greva birçîbûnê.

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya wî gelekî zêde bûne, girtiyên siyasî yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên girtin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.

Greva birçîbûnê ya ji bo pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re li Amedê destpê kir, di roja çaremîn de ye. Girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî di vî warî de biryareke girîng standin.

ÇALAKÎ DI 15'Ê ÎLONÊ DE DESTPÊ DIKE

Girtiyan biryar dan ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Greva birçîbûnê wê di 15'ê Îlonê roja Pêncşemê de destpê bike. Ewilî wê li 7 girtîgehan pêk were û 35 girtiyên siyasî tevlî bibin. Greva birçîbûnê wê bi armanca avakirina 'Xelekek zexm a ewlekariyê ya li dora Ocalan' bi rengekî bêdem û bêdorveger pêk were.

Li ser navê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya têkildarî vê biryara xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî da raya giştî.

Kaya bal kişand ser pêvajoya siyasî û hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ya sala 2016'an bibîr xist, ku AKP vê yekê ji bo serdestkirina dîktatoriya xwe ya faşîst weke firsendekê bi kar tîne.

'PLANA TÊKBIRINÊ TÊK ÇÛ'

Kaya got, "Em baş pê dizanin, ku darbeya AKP-Qesrê di Nîsana 2015'an de depstê kir. Ev pêvajoya ku bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, tinehesibandina 'pêvajoya çareseriyê' û şidandina tecrîda li ser Rêberê me destpê kir, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de derbasî qonaxeke nû bû. Vê pêvajoya darbeyê, ku tecrîda li ser Rêberê me destpê kir, encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl nekir û welat xist nava hilbijartineke giştî ya pêşwext. Piştre di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin barandin û şer ji nû ve hat destpêkirin. Li dijî konsepta tinekirinê ku wan navê 'Plana têkbirinê' lê kiribûn, gel û gerîlayên Kurd bi berxwedana xwerêveberiyê bersiv dan."

Kaya da xuyakirin, ku di şexsê Sêvê Demîr, Mehmet Tûnç û Fermandar Çiyager de bi lehengiya efsanewî ya hemû hevrêyên wan ên şehîd ketin, ev plana têkbirinê hatiye têkbirin û got, "Bi hatina demsala biharê re çalakiyên gerîla destpê kir. Û Ahmet Davûtoglû ji Serokwezîrtiyê hat girtin. Girtina Davûtoglû ji Serokwezîrtiyê nîşan da ku konsepta 'Plana têkbirinê' li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê têk çûye."

'EM NIZANIN BÊ LI ÎMRALIYÊ ÇI QEWIMIYE'

Kaya da zanîn, ku ev pêvajoya darbeyê çawa bi tecrîda li ser Ocalan destpê kir, di 15'ê Tîrmehê de jî hat xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê îmhakirin û wiha dewam kir: "Generalên darbekar ev eyk bi rengekî gelekî vekirî nîşan dan. Û em nizanin ku di şeva 15'ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê çi qewimiye. Tevî ku em dizanin ev gurûha darbekar xwestin Rêberê me qetil bikin, em nizanin Rêberê me dijî yan najî. Di vî warî de ne hikûmetê daxuyaniyeke têrker daye, ne jî destûr tê dayîn malbat, parêzer an jî heyeteke siyasî bi Rêberê me re hevdîtinê bike."

'RÊBERÊ ME SEDEMA ME YA JIYANÊ YE'

Denîz Kaya diyar kir, ev rewş tirs û fikarên wan zêdetir dike û got, "Rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê me ne diyar e. Rêberê me ku nîşaneya hemû nirxên me yên madî û manewî ye, ji bo me sedema mirin û jiyanê ye. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehê em vê yekê bi awayekî vekirî û zelal dibêjin: Em heta mirinê dilsozên Rêberê xwe ne.

Di vê çarçoveyê de em greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a KCD, HDK, DBP û KJA li derve daye destpêkirin, silav dikin.

LI 7 GIRTÎGEHAN BI 35 GIRTIYAN ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DESTPÊ DIKE

Kaya got, "Em jî bi heman daxwazan, ji 15'ê Îlonê û pê ve kom bi kom dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa F Hejara 1. a Kandira, Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê, girtîgehên Sîlîvrî û Tarsûsê, roja 15'ê Tîrmehê weke koma destpêkê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bêdorveger dikin. Ji her girtîgehê wê 5 heval bi giştî 35 hevrêyên me tevlî çalakiyê bibin.

GIRTÎGEH Û QAWÎŞÊN ZAROKAN WÊ TEVLÎ ÇALAKIYÊ NEBIN

Girtîgehên din wê di dema pêş de kom bi kom tevlî berxwedanê bibin. Lê belê bi ti awayî wê qawîş û girtîgehên zarokan tevlî vê çalakiyê nebin. Em bawerin ku wê hevalên ciwan di vî warî de bi berpirsyarî, rêxistinî û têgihiştî tevbigerin. Em wan hemûyan bi ruhê Apoyî silav dikin."

'DIVÊ EM LI DORA RÊBERÊ XWE XELEKEK EWLEKARIYÊ AVA BIKIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ewladên we yên li girtîgehan, em hevrê û şopdarên Mazlûman, Xeyriyan û Kemalan e. Çawa ku di sala 1999'an de bi gotina 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêbertî bûn xelekek ji agir, em ê îro jî li dora Rêberê xwe bibin xelekek zexm a ewlekariyê. Her hevrêyekî me yê li girtîgehê, fedayiyê Rêberê me ye. Ev ruh bi rengekî zindî dewam dike. Li ser vê bingehê em bang li malbatên xwe, mirovên xwe yên welatparêz, rewşenbîr, raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li vê pêvajoya berxwedanê ya li derve destpê kir û em jî tevlî dibin, bibin bi ruhê seferberiyê rabin serhildanê.