Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku heta gavên şênber û çareseriyê neyên avêtin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin. Kaya, anî ziman ku niha bi gef û şantajan dixwazin çalakiya girtiyan vala derxin û Wezîrê Dadê Ergîn û Cîgirê Serokwezir Bulent Arinç girîng in, lê heta ku gavên şênber û berbiçav neyên avêtin dê çalakiya wan berdewam bike. Kaya bang li Serokwezîr Erdogan û wezîrên AKP'ê kir û xwest di daxuyaniyê xwe de cîddî û hurmetdar nêzî wan bibin. Kaya, bang li hikûmetê û rojnamegeran jî kir û xwest dest ji reşkirina çalakiyê berdin û rast nêzî mijarê û daxwazên kurdan bibin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo azadiypa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza mafê gelê kurd ên demokratîk di roja 58'an de berdewam dike. Li aliyekî hêjmara girtiyên ketin grevê derket 10 hezaran û didome. Têkildarî biryar û berdewamiya çalakiyê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku heta gavên şênber û çareseriyê eayên avêtin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Kaya, anî ziman ku baweriya aşitî û bersivandina daxwazên gel azadî û dawîlêhatina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Rêberê me 13 sal in di sîstema Îmrali ya taybet te di bin tecrîda giran te dê ragirtin. Salek û nîv e Rêberê me nikare bi parêzrên xwe re hevdîtin pêk bîne. Ev hevditîn ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê astengkirin. Her roj her saet mirovên me tên girtin. Deşt, zozan û çiyayê me kevir bi kevir tên bombekirin. Hemû daxwazên gelê kurd bi îşkence, binçavkirin, zext û înkarê tê berisvandin. Ziman, çand û hemû nirxên me tên înkarkirin. Gelê me di nava destê xizaniyê de tê perçekirin û tunekirin. Li gel vê yekê kesên dibêjin em dixazin wekî mirovan bijîn û daxwazên xwe yên rewa tînin ziman tên girtin û cezakirin. Em vê polîtikayê qebûl nakin."
'BIRYARA ME BI 10 HEZAR KESAN DIDOME'
Kaya da zanîn ku çalakiya wan di 12'ê Îlonê de bi 67 kesan dest pê kir û îro bi 10 hezar kesan bi biryarek mezin didome. Anî ziman ku ji ber daxwazên wan mafdar û rewa ne li kolanan bi 10 hezaran gelê Kurd dengê xwe bilind dikin û piştgiriyê din daxwazên wan. Kaya mavahiya xwe ji gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk re anî ziman û destnîşan kir ku heta gavên şênber û berbiçav nayên avêtin dê daxwazen wan pêk neyên. Kaya, destnîşan kir ku divê berî her tiştî daxawzên wan ên Azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk bê û ya duyemîn jî daxwaza azadiya zimanê kurdî pêk bê.
'KES NIKARE BÊJIN DAXWAZÊN WE NEHEQ IN'
Kaya, da zanîn ku niha dixwazin her tiştî şolî û berovajî nîşan bidin û tevîi hev bikin. Kaya, bilev kir ku daxwazên wan û helwesta wan pir zelal e û kes nikare çalakiya wan vala derxe û daxawzên an şolî bike.
'EM JI HER KESÊ KU JI XWE RE DIBÊJE ‘EZ MIROV IM’ DIPIRSIN'
Kaya got: "Ev daxwazên me ne tenê ji bo me ne. Ev daxwaz di heman demê de ji bo hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê bikarin jiyaneke azadtir, demokratîk û xwestir, bi hev re di nava biratiyê de bijîne jî. Daxwazên me: ew e ku ji mirinên jin, zarok, ciwan, pîr û kalan a berdewam dike, ji xizanî û hemû serên qirêj ên li hemberî gelê me-gelên me tên mesandin re dibêje êdî bes e. Daxwazên me: Daxwaza afirandina jiyaneke bi hev re ya di nava azadî, wekhevî, biratî û asitiyê de ye." Û wiha domand: "Em dixwazin ji her kesê ku dibêjin ‘ez mirov im’ bipirsin. Kî dikare ji mafê me yê perwerde û parastina bi zimanê zikmakî re bêje na, an jî tune bihesibîne? Kî dikare li hemberî muzakereyên bi kilîda jiyana bi hev re û kevoka asitiyê Rêbertiya me re derbikeve? Em ji her kesê dixwazin ku bi awayeke dirust, bêyik ku bêje çep an jî rast, an jî bêje ‘derfet’, ‘sert’, ‘merc’ û weke din, bersivê bidin van pirsên me. Ev daxwazên me yên ku çavkaniya xwe ji mirov-gel û neteweyê digire, daxwazên herî mirovahî û civakî ne. Ev ne daxwazên weke ku tê gotin nikarin bên pêkanîn in. Ger daxwazên me werin bicihanîn, qebûlkirin Tirkiye parçe nabe û ber bi pasde naçe. Berovajiyê vê yekê, dê bi xwe re jiyaneke biratî û xwestir a bi hev re bîne ser vê erdnîgariyê. "
'EM GEF Û ŞANTAJAN QEBÛL NAKIN'
Kaya, diyar kir ku bi daxwazên xwe gefan li tu kesî naxwin û nakin û wiha got: "Me şantaj li tu kesî nekir û em nakin jî. Lê em tu gef û şantajên tu kesî jî qebûl ankin. Me got, canek me heye ew jî bila ji bo azadî û jiyanekî bi rûmet a gelê me û jiyaneke hevpar, wekhevî, biratî û edlî feda bibe. Bila baş bê zanîn ku heta gelê me azad dibe û li ser vê erdnîgariyê aştî mayînde dibe dê ev yek berdewam bike."
'EM DÊ BERSIVÊ BIDIN HEMÛ GAVÊN ERÊNÎ'
Kaya, anî ziman ku ew daxuyaniyên hikûmet, wezaretên eleqedar ên muhatabê daxwazên wan bi baldarî dişopînin û guhdar dikin û wiha domand: " em bangên hemû derdor, kes û saziyên din gelek watedar dibînin. Bila baş bizanin ku em wan bangan û hewildanan ji bo mirin pêk neyên dijber nêzîk nabin. Em qîmeta gotinê dizanin û li gorî wê nêzî dibin. Ji ber vê yekê li hemberî daxwazên me hemû gavên erenî tên avêtin em jî dê gavên erênî bersivê bidinê."
ÊDÎ EM NAXWAZIN PEYVÊN 'KÊŞTÎ XERABE YE, REWŞA HEWAYÎ' BIBIHÎZIN
Kaya têkildarî mijdarê de ev pirs pirsîn: "Lê em dixwazin bipirsin, heke em dest ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdin dê tecrîda li ser serokatiya me bi dawî bibe? Dê şertên serokatiya me yên tevgera azad, tenduristî û ewlehî bên cih? Polîtîkaykên asîmîlasyon, înkar û zextan li ser zimanê me bi dawî bibin? Dê li dadgehan dawiyê li gotinên 'zimanê nayê zanîn û neyê fêmkirin' bînin? Dê dest ji polîtîkayên şer bê berdan û pêşiya muzaker û diyalogan bê vekirin?" Kaya, xwest ku bersiva van pirsan bi zelalî bê dayîn. Kaya, da zanîn ku êdî ew naxwazin peyvên "keştî xerabe û rewşa hewayî" bibihîzin.
'EM JI WEZARETÊ NÎŞANDANA VÎNÊ DIXWAZIN'
Kaya: "Bangên Wezareta Dadê yê ku li Girtîgeha Sîncanê bi hevalên me re hevdîtin kirin û herî dawî Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç em watedar dibînin. Divê hikûmet û wezaretên eleqeder bi awayekî zelal vîna xwe diyar bikin. Em vê yekê dixwazin. Bila baş bizanin ku heta bersivekî zelal û şênber nîşanî daxwazên me nedin em dest ji çalakiya xwer bernadin. Ji be vê yekê em bang li Serokwezîr Erdogan, hikmet, wezaret, rojname, televîzyonên çalakiya me reş dikin ku dest ji heqaretan berdin."
Kaya, da zanîn ku heke li hemberî wan êrîşekî biçûk jî pêk bê dê hevalên wan ên di çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin û dê berpirsiyarê ve yekê hikûmeta AKP'ê û hemû rayedarên saziyan bin. Kaya, bilêv kir ku divê hemû kes li gorî vê yekê tevbigere û wiha bang li raya giştî kir: "Hevalên me li ber sînorê mirinê ne. Deqe û saniyeyên derbas dibin dibe sedema encamên tu telafiya wan tune ne. Em ji gel û dostên gelên xwe dixwazin ku li dora daxwazan bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin."