Girtî: Ger em li ser hişê xwe jî biçin mudaxele nekin

Girtî: Ger em li ser hişê xwe jî biçin mudaxele nekin

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de axivî û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya li 72 girtîgehan û bi tevlîbûna 10 hezar girtiyan berdewam dike. Di serî de 708 hevalên me û hemû hevalên me yên di girtîgehan de daxwaznameyên heke li ser hişên xwe biçin jî tu mudaxele li wan neyê kirin û hurmetê nîşanî vîna wan bê dayîn ji bo Wezareta Dadê bên şandin dan rêveberiyên girtîgehan."

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58'emîn de berdewam dike. Hate ragihandin ku rewşa 64 girtiyên li 7 girtîgehan di 12'ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin her diçe giran dibe û girtiyan ji rêveberiyên girtîgehan re daxwaznameyên "em li ser hişên xwe biçin jî tu mudaxeleyên bijîşkî li me nekin" didin. Daxwaznameyên bi daxwaz li ser hişên xwe jî biçin tu mudaxele li wan neyê kirin û hurmetê nîşanî vîna wan bêdayîn dê bi riya rêveberiya girtîgehan ji Wezareta Dadê re bên şandin.

Seroka Federasyona Komelaya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAD-FED) Zubeyde Teker, têkildarî mijarê de ji DÎHA'yê re axivî. Teker, diyar kir ku di 12'ê îlonê de li 7 girtîgehan 63 girtiyên siyasî û yek jî girtiyê edlî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî di roja 58'emîn de ye. Teker, anî ziman ku di roja çalakiyê ya 54'an de 66 girtîgehan de 708 girtî tevlî çalakiyê bûn û di roja 55'an de jî li 72 girtîgehan nêzî 10 hezar girtî tevlî çalakiyê bûn û wiha got: "Di serî de 708 hevalên me û hemû hevalên din dest bi dayîna daxwaznameyên heke li ser hişên xwe biçin jî tu mudaxele li wan neyên kirin û hurmetê nîşanî vîna wan bidin ji bo daxwaznemeyan ji Wezareta Dadê re bên şandin, daxwaznamen dan rêveberiyên girtîgehan."