Gever bû qada şer

Gever bû qada şer

Pevçûnên li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi mudaxeleya polîsan a li girseya dixwastin çalakiyê li dar bixin dest pê kirin her diçe belav dibin û didomin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê girseya dixwast ku bi armanca balê bikîşîne ser greva birçîbûnê rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatibû. Girseyê ji bi keviran bersiva polîsan da û esnafan dikanênxwe girtin.

Bûyerên dest pê kirin li taxên Orman, Kişla, Cumhuriyet, Gungor, Kanîheyder û Esentepeyê belav bûn û bûyer didomin. Gelek caran dengê teqînan tê û dengê çekan jî tê. Ciwan bi dîrekên hesin riyan digirin.

Di dema pevçûnan de wesayîta zirxî ya dixwast mudexeleyê li çalakvanan bike li dîreka ceyranê re qelibî. Ji ber vê yekê li hinek herêma navçeyê ceyran hate birîn. Ji ber bombeyên gazê gelek welatî nerihet bûn. Bûyerên li navçeyê ligel baranê didomin û tîmên taybet jî tevlî mudaxeleyê dibin.

Di bûyeran de heta niha gelek kes hatin binçavkirin û girse careke din li baxçeyê Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê hate cem hev û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.