Gerîlayên li Kerkûkê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, salvegera 38. a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, salvegera 38. a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ku di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de bi tenê çend sed metre hene, ji aliyekî ve nobedê digirin, li aliyê din jî 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi merasîmeke leşkerî dest pê kir.
Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat li merasîmê axivî û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Serhat diyar kir, ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û azad berdêlên gelekî mezin hatine dayîn û got, "Her salvegera partiyê, ku em pîroz dikin, berxwedan û baweriya bi serketinê mezin dike. Em gav bi gav ber bi serketinê ve dimeşin. Ji ber vê yekê em soz didin, ku di sala 39'an a partiya xwe de şiyara 'Rêberê Azad-Kurdistana Azad' pêk bînin."
Bawer Serhat da xuyakirin, ku ew ê bi ruh û vîna azad a ji aliyê PKK'ê ve hatiye afirandin, bersiva her şêwe êrîşan bidin û destnîşan kir, ku di sala 39'an de ew ê têkoşînê bi ser bixînin.
Serhat got, "Rêber Apo û şehîdan ev ruh dane şervanên azadiyê yên Kurdistanê. Hêzên dagirker ên li Kurdistanê komkujî û zilmê dikin, bila vê baş zanibin ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serî natewînin û wê ti carî li pêşberî êrîşên hovane bêdeng nemînin. Me ev ala berxwedanê ji Egîd, Mazlûm, Zîlan û Bêrîtanan girtin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîneke mezin bi ser dixînin."
Pîrozbahî bi bernameya çandê ya gerîlayan qediya.