Gerîlayên li Kerkûkê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Gerîlayên li eniya şer a Kerkûkê cih digirin, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Gerîlayên li eniya şer a Kerkûkê cih digirin, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Alîseray ê ser bi Kerkûkê pîroz kirin.
Fermandara YJA Starê Tolhildan Goyî li pîrozbahiyê axivî û got, "Ez di destpêkê de 4'ê Nîsanê li afirînerê azadiyê Rêberê me û di şexsê dayika pîroz Dayika Uveyş de li hemû dayikan pîroz dikim. Îro di heman demê de rojbûna gel û jinên Kurd e. Ji ber ku bîrdoziya ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin ji aliyê hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn ve tê pejirandin. Hemû gel azadiya xwe di nava bîrdoziya Rêbertî de dibînin. Rêberê me bûye hêvî ji jinên tî re."
Goyî axaftina xwe wiha dewam kir: "Hebûna Rêberê me ji bo jinên dil şewat bûye hêviya azadiyê, di rêya azadiyê de hêz daye jinên Kurd. Yê ku em gihandiye rojên îro afirînerê jiyana azad Rêberê me ye. Mirov ê rastiyê nikarin bi tenê bi çend gotinan bilêv bikin. Lê her kes vê rastiyê di kûrahiya dilê xwe dijî."
'ROJA JI NÛ VE ROJBÛNA MIROVAHIYÊ'
Berpirsyara Tevgera Hawirdorê Şukufe Mihemed jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ew ji ber li cem gerîla ye gelekî kêfxweş e û got, "Îro ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest xwedî girîngiyeke mezin e. Jİ ber ku roj ji nû ve rojbûna mirovahiyê ye. Me bîrdoziya Rêberê xwe ji xwe re esas girtin. Ji ber ku bîrdoziya Rêbertî ji me re pîroz e. Rêbertî bi taybetî jin derxistiye pêş. Hewl daye wê mezin bike."
Gerîlayan di pîrozbahiyê de mîna her salê, bi hêviya azadiyê dar çandin.