BI DÎMEN

Gerîlayên HPG’ê: PKK, navê azadî û hêviya li Rojhilata Navîn e

Gerîlayên HPG û YJA Starê 39’emîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin û gotin; “Tevgera PKK’ê ji roja damezirandinê heta îro, têkoşîna xwe mezin kir, hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn bû hêviya gelan.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkîldarî Cejna Vejînê ji ANF’ê re axivîn.

‘BERIYA TEVGERA ME GELÊ KURD DI NAV BÊDENGIYA MIRINÊ DE BÛ’

Gerîlayê HPG’ê Nîzar Zerîker: PKK, di şertên herî zehmet de ku kesî cesareta têkoşînê nedikir derket holê. PKK, wek bersiveke biranîna şehadeta Şehîd Hakî Karer li dijî faşîzmê derket. Siyaseta înkar û îmhayê li ser gelê me dihat meşandin. Gelê Kurd hatibû wê astê ku xwe înkar dikir. Beriya Tevgera me, gelê Kurd di bêdengiya mirinê de bû. Bi derketina Tevgera me, qedera Kurdan guherî. Gelê Kurd bi tevgera me vejîn pêk anî. Her çiqasî ji damezirandinê heta niha dewleta Tirk her çiqasî xwestibe di şexsê Rêber Apo de tevgera me biqedîne jî, li beramberî berxwedana Rêber Apo û gel ev vala derket. Tevî hemû êrîşên dewleta faşîst jî felsefe û fikrên Rêber Apo serkeftî bûn. Li dijî van êrîşan Tevgera me mezin bû. Ev jî her ku diçe Tevgera me hê zêdetir nêzî azadiyê dike. Em vê serkeftinê deyndarê Rêber Apo û şehîdan e.

‘EM Ê NE WEK BERÊ BIJÎN NE JÎ WEK BERÊ ŞER BIKIN’

Gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Rebîn: Tevgera PKK’ê ya ku bi kêm kesan re dest pê kir, îro gihiştiye mîlyonan kesî û di avakirina demokratîk a Rojhilata Navîn de xwedî rolek kîlît e. Lewre jî PKK hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê ya gelan. Em di çarçoveya şîara “ne wek berê bijîn ne jî wek berê şer bikin” a ku Rêbertiya me ji bo me diyar kiriye têkoşîna xwe hê mezintir bikin. Wek Tevger em ê şerê xwe li çiya, bajêr û tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn mezin bikin û bigihînin serkeftinê. Bi vê boneyê ez 39. Salvegera damezirandina partiya me, Cejna Vejîna Gelê Kurd di serî de Rêber Apo, li tevahî berxwedêrên çiya û zindanan, li gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim.

‘EM JI HER DEMÊ HÊ XURTTIR IN’

Gerîlayê HPG’ê Helgurt Merîwan: Em wek gerîlayên HPG’ê ji bo parastina nirxên pîroz û destkeftiyên ku emanetê şehîdan e, ji her demê hê zêdetir xurttir in. Li dijî rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê, hêzên faşîst ên mîna Îran, Tirkiyeyê, em ê destkeftiyên xwe, axa Kurdistanê biparêzin û li cem tevahî gelên bindest ên cîhanê bin. PKK, ji wan salên ku navê Kurd nedihat gotin, îro anî salên tijî serkeftin. Ya nav û têkoşîna gelê Kurd a mafdar ji cîhanê re ragihand, şerê bêeman û îdeolojiya Rêbertiya me ye.

‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA BÊRÎTAN, SARAYAN DERKEVIN’

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Mêrdîn: Bi damezirandina PKK’ê di jiyana gelê Kurd de gelek tişt guherîn. Gelekî ku li ziman û çanda xwe biyanî bûye, bi keda Rêber Apo ziman û çanda xwe dibîne. Li gel vê, jinên ku beriya Tevgera PKK’ê di nav civakê de cih nedidîtin, bi tevgera me re xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî asteke rêxistinî. Têkoşîna Tevgera Jinê, xeta berxwedanê ya Bêrîtanan, Sarayan û Zîlanan anî vê rojê.

Îro Tevgera me li tevahî Kurdistanê berxwedan û şerekî mezin datîne holê. Tevgera me li dijî artêşa Tirk a faşîst û dûvikê wê çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Berxwedana me heta ku gelê me û Rêber Apo azad bibe wê bi awayekî bi biryar bidome.

‘PKK’Ê TÊGIHIŞTINA NETEWEYÎ AVA KIR’

Gerîlayê HPG’ê Cûdî Mîros: Gelê Kurd ji her demê hê zêdetir nêzî azadî û yekîtiya xwe ye. Beriya Tevgera PKK’ê, Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ji hev qut bûn û wek çand jî ji hev dûr ketibûn. Gelê me ya bi pêşengiya Tevgera me hevûdu nas kir, bû xwedî têgihiştine neteweyî. Mînakên vê yên herî baş jî li Şengalê, Kurdistana Bakur, Başûr û Rojava, di çeperekê de bi şerê li dijî DAÎŞ û dewleta Tirk a faşîst derket holê. Ev ruh bi pêşengiya PKK’ê derket holê. Ev ruhê yekîtiyê, garantiya azadiya gelê me û Rêbertiyê ye.

‘EM Ê ARMANCÊN ŞEHÎDÊN XWE PÊK BÎNIN’

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Kotol: Salvegera damezirandina PKK’ê ji bo watedar û girîng e. Li cîhanê yekemîn artêşbûyina jinê bi damezirandina PKK’ê bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Di 39. Salvegera partiya me de em soza xwe dubare dikin ku em li gor armancên şehîdên xwe û îdeolojiya Rêbertiya xwe ji her demê hê xurttir û çalaktir têbikoşin.