Gerîlayê HPG'ê Salman Talan li Mîlano hat bîranîn
Li bajarê Îtalya Mîlano, gerîlayê HPG'ê Salman Talan bi nasnav Erdal Welat ê di şerê pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn.
Li bajarê Îtalya Mîlano, gerîlayê HPG'ê Salman Talan bi nasnav Erdal Welat ê di şerê pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn.
Li bajarê Îtalya Mîlano, gerîlayê HPG'ê Salman Talan bi nasnav Erdal Welat ê di şerê pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li merasîmê axaftinek kir û got, "DAIŞ dijminê mirovahiyê ye. Mafê jiyanê yê dijminê mirovahiyê nîne. Kî bixwaze di bin vê rojê de bijî, divê mîna mirovan bijî."
Ji bo gerîlayê HPG'ê Salman Talan ê di meha Çileyê de di şerekî li Şengalê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Îtalya Mîlano merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîma ku bi qasî 2 hezar kes beşdar bûn, bi weaza Alîkarê Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê Mele Mûhîttîn destpê kir. Piştre Mele Mûhîttîn Kûran xwend.
Piştre Hevserokê PYD'ê Salih Muslim axivî. Muslim da xuyakirin ku her kes îro bi berxwedana li Rojava re serbilind e û got, "Ji ber vê yekê şehîdên me mezin in. Bi tenê ji ber vê yekê be jî em ê heta bi hetayê bi wan re dilsoz bin. Eger em wê dîroka şaş hatiye nivîsandin sererast nekin, em ê nikaribin bêjin ku em bi şehîdên xwe re dilsoz in.
Bila kes nebêje ji min re ne pêwîste. Pêwîstiya me hemûyan pê heye. Îro her kes bi berxwedana li Rojava re serbilind e. Her kes bi berxwedana li Şengalê re serbilind e. Dibe ku hin kes bêje 'Şengal Êzidî ye' lê belê dema ew li wir li ber xwe didin, radibin ser piyan, em hemû bi wan re radibin ser piyan."
Muslim anî ziman ku ruh û koka gelê Kurd li wir e û bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê îro êrîşî gundên 3 hezar salî yên Asûriyan dikin. Muslim got, "Vana dijminê mirovahiyê ne. Mafê jiyanê yê dijminê mirovahiyê nîne. Kî bixwaze di bin vê rojê de bijî, divê mîna mirovan bijî. Jiyanek mîna hovan nabe. Divê em hemû vê rastiyê bizanibin. Bila kes jî nebêje ev ne karê min e. Îro seydayê me jî li vir e dibêje; wateya Îslamê, exlaqê vedibêje. Dînekî ji exlaqê dûr ketibe, dîn nîne, ew tiştekî din e. Yên ji dîn dûr ketine dîn ji bo pêkanînên xwe bikar tînin, li ser navê dîn diaxivin."
'JINÊN WEKE ARÎN MÎRXAN, ŞÎLAN Û VIYAN 8'Ê ADARÊ AFIRANDIN'
Muslim 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û destnîşan kir ku yên 8'ê Adarê afirndine jinên weke Arîn Mîrxan, Şîlan û Viyan in.
Muslim anî ziman ku jinên berxwedêr bûne mînak ji mirovahiyê re û got, "Îro ew weke milyaketan e, mîna Xwedawendan e. Divê em li cem wan bisekinin û hurmetê nîşanî wan bidin. Şoreşa îro tê jiyîn ji nava destê jinan derketiye. Jinan îro bi çeka xwe ne tenê xwe, civak parast û jê re pêşengî kir. Em îro di vê pêvajoyê de bi pêş ve diçin."
Muslim got, "Eger em jiyaneek bi şeref û qîmet dixwazin, divê em bibin yek, bi destê hev bigirin û armanc û xeyalên xwe biparêzin. Şehîdên me îro ji mirovahiyê re pêşengiyê dikin. Şehîdên me, çi di dîrokê de şaş hatibin nivîsandin, sererast dikin."
Dû bavê Salman Talan peyivî û spasiyên xwe pêşkêşî hemû beşdarên merasîmê kir.
Serokê Verso Kurdistan Antonio Oliverio jî di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku ew ê navê Salman Talan li saziya xwe ya nû a li bajarê Alesandria bikin.