Gerîlayê HPG'ê Kaya hate oxirkirin

Gerîlayê HPG'ê Dogukan Kaya (Dewran Kanîreş) ku di pêvçûnên li Gimgimê pêk hatin de jiyana xwe ji dest da, li gundê Kargapazara Kanîreşê bi beşdariya sedan kesan hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogukan Kaya (Dewran Kanîreş) ê li çoltara gundê Badana navçeya Gimgimê ya Mûşê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve li Saziya Tipa Edlî ya Mûşê hat wergirtin. Welatiyan cenaze bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat ji Mûşê heya gundê Kargapazara navçeya Kanîreşa Çewlikê anîn û cenaze li vir bi dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" pêşwazî kirin. Welatiyan, cenazeyê Kaya li ser milan heya mizgefta gund birin û li wir vecîbeyên olî pêk hatin. 

Ligel bi sedan kesan parlementerê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Hevşaredarên Gimgimê di merasîmê de amade bûn. Piştî veşartina cenazeyê Kaya, deqeyek rêz hate girtin. Bavê Kaya, Fettah Kaya axivî û diyar kir ku ew canê xwe li ber vê rêyê dikarin bidin. 

Sersaxiya ji bo Kaya bê dayîn wê li gund werin qebûlkirin.