Gerîlayê ARGK’ê Bînîcî li Qereyazî ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Gerîlayê ARGK’ê Erkan Bînîcî (Masûm) ê di sala 1998’an de li navçeya Erbaa ya Tokatê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi tevlîbûna hezaran hat defnkirin.

Gerîlayê ARGK’ê Erkan Bînîcî (Masûm) ê di sala 1998’an de li navçeya Erbaa ya Tokatê di şerekî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi tevlîbûna hezaran hat defnkirin.

Cenazeyê Erkan Bînîcî (Masûm) ê ji aliyê “Komîteya Şehîdan a PKK’ê" ve hat diyarkirin ku di sala 1998’an de li bejahiya Taşova ya girêdayî navçeya Erbaa yaTokatê jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê malbatê ve ji goristana bêkesan hat wergirtin û li navçeya Qereyazî ya Erziromê spartin axê.

Cenazeyê Bînîcî ji aliyê MEYA-DER û malbatê ve ji SaziyaTiba Edlî ya Meletî hat wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan anîn Sancaktar a girêdayî Qereyazî. Dema cenazeyê Bînîcî anîn dikandarên navçeyê derabeyên dikanên xwe danîn. Cenazeyê Bînîcî li gund ji aliyê hezaran ve ku di nav wan de rêveberên bajêr û navçeyan ên DBP-HDP’ê, hevşaredar jî hebûn li ser milan bi dirûşma, “Şehîd namirin”, “PKK gel e gel li vir e” anîn goristana gund. Di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên gerîlayê ARGK’ê Bînîcî, alên PKK û KCK’ê hatin vekirin.

Piştî cenaze hat defnkirin, bavê Bînîcî Sabît Bînîcî got, "Bila serê gelê Kurd sax be.”

Piştî Bînîcî, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Erziromê Mîzgîn Sayan û Hevserokê Rêxistina Qereyazî ya DBP’ê Salih Altayli jî axivîn.

Piştî axaftinan girse derbasî mala teziyeyê bû.