Gêrîlayên HPG'ê midûr û mamostayê dibistanê ku duh li bajaroka Sîtîlîliyê ya navçeya Nisêbînê desteser kiribûn, serbest berdan.
Duh gêrîlayên HPG'ê li bajaroka Sîtîlîliyê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê midûrê dibistanê Huseyîn Mete û Mamosteyê Amadeyiya Wêjeyê Eray Yildiz girtibûn. 2 gêrîlayên HPG'ê bi wesayîtekî sivîl hatin dibistanê û her du mamoste bi xwe re birin û ji bajarokê dûr ketin. Gêrîlayan her du mamosta şevê din li bejahiya gundê Çali yê navçeya Nisêbînê serbest berdan. Hate ragihandin ku, mamosteyan li Qereqola Cendirmeyan îfade dan