NÛ BÛ

Gerîlayan li sînorê Qilebanê çalakiyên sûîqestê li dar xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li hember hêzên artêşa Tirk ên li xeta sînorê Qilebanê çalakiyên sûîqestê li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê têkîldarî çalakiyên li xeta sînorê Qilebanê agahî parve kir û got: “18’ê Nîsanê saet 17.45’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Yekmal a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek a bi çekên giran li dar xist. Piştî çalakiyê, qereqolên Yekmal û Sînekê qada Bektorya bi obus û hewnan bombe kirin.

15’ê Nîsanê hêzên gerîlayên me bi çekên giran li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê û çeperên qereqola Arûş a li sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmarek zelal a leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

17’ê Nîsanê dîsa hêzên gerîlayên me li heman xeta sînor li hember leşkerên li qereqola Şehîdan û yên li derdora girê Şehîd Lezgîn hatine bicihkirin rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistine, li vir bi zelalî du leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

18’ê Nîsanê saet 14.00’an hêzên me li hember artêşa TC ên li derdora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûne bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmarek zelal a leşkerên mirî û birîndar nehate bidestxistin.

18’ê Nîsanê saet 16.00’an dema gelek leşkerên Tirk bi wesayîtên kar ve hewl dan ber bi girê Kuroşîno bimeşin, hêzên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê leşker vekişiyane. Hêzên me saet 18.00’an li hember leşkerên vekişiyan çalakiyek sûîqestê li dar xistine, leşkerek li vir hate kuştin. Dîsa 19’ê Nîsanê saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku bi desteka cerdevanan hewl didan ber bi girê Kuroşîno pêş de biçin bi çekên giran û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Hejmara mirî û birîndarên di vi çalakiyê de nehatine zelalkirin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev ev hatin gotin:

“18’ê Nîsanê saet 16.00’an hêzên me li hember çeperên qereqola Girê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin. hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqola Girê qadên derdora xwe da ber çekên giran.

13’ê Nîsanê saet 08.30’an li hember yekîneyek gerîlayên me, kontrayên li gundê Mermarî yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agahî dane artêşa TC, li ser vê jî artêşa TC derketiye operasyonê û şer qewimiye. Di vî şerê qewimî de 2 hevalên me gihiştiye şehadetê. Em nasnameyên her du hevalên xwe bi raya giştî re parve dikin.

Her wiha 13’ê Nîsanê şexsê Kontra yê bi navê Mahmût Eren ku di şehadeta hevalên me yên li Sasonê de cih girt, ji aliyê yekîneyek me ve li Qosera Mêrdînê hate cezakirin.

NASNAMEYÊN GERÎLA

Agahiyên nasnameyên hevalên me yên gihiştine şehadetê wiha ne;

Nasnav: Andok Cibildînî

Nav û Paşnav: Ozgur Yildirim

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Kadriye – Kasim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Nîsana 2016’an / Mêrdîn

***

Nasnav: Nûman Serhat

Nav û Paşnav: Sabir Karakaya

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Zemzem - Bakir

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Nîsana 2016’an / Mêrdîn

Me dabû xuyakirin ku 16’ê Nîsanê saet 05.00’an hêzên gerîlayên me avêtibûn ser girekî di navbera gundên Kêr û Kaymakam ên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ku artêşa TC tê de bi cih bibû û li vir 2 gerîlayên me gihiştibûn şehadetê. Sicîlên van hevalên me wiha ne:

Nasnav: Harûn Sîlopî

Nav û Paşnav: Reber Şayik

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Fatma – Ahmet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16’ê Nîsan 2016’an / Şirnex

***

Nasnav: Serhat Cûdî

Nav û Paşnav: Mahmût Kuçuk

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Nûriye - Asim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 16’ê Nîsan 2016’an / Şirnex

LI MÛŞ Û ERZIROMÊ OPERASYON

17’ê Nîsanê artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan ve li qada Germav a Mûşê dest bi operasyonekê kiriye.

17’ê Nîsanê artêşa TC li qada Sariyayla ya Erziromê dest bi operasyonekê kiriye. Dema yekîneyek gerîlayên me li vê herêmê diçe wezîfeyê dikevin qada operasyonê. Piştî bomberdûmanên hewayî û êrîşên helîkopterên Kobrayê de 2 gerîlayên me şehîd ketine. Dema nasnameyên gerîlayên me yên gihiştine şehadetê bêne zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

BALAFIRÊN ŞER QENDÎL Û AVAŞÎN BOMBE KIRIN

18’ê Nîsanê saet 11.30-13.00’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ji herêma Qendîlê gundên Bolê û Ebûbekîr bombe kirine. Heman rojê saet 19.30-20.30’an balafirên şer qada Tepê Sor a girêdayî herêma Avaşînê bombe kirin.”

...