Gerîlayên HPG’ê li navçeya Pasûra Amedê derbe li helîkoptereke leşkerî xistin. Deverên derdora Şemzînana Colemêrgê jî hatin bomebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) got; “Di 7’ê Mijdarê de di saet 05.00’an de li navçeya Pasûra Amedê li dijî Mezra Xizir û quntarên Hêlîn ên bi ser herêma Dorşînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di heman rojê di saet 09.00’an de li dijî helîkoptera skorskyê ya xwestiye li neqeba Qilêşê dayne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Operasyona li herêm di heman rojê di saet 15.00’an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.”
HPG-NÇR der barê bombaranên li Şemzînan de jî ev agahî da: Di 7’ê mijdarê de di navbera saet 05.00-06.00’an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Genîştepe û Neqeba Ranyapîrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 23.00’an de operasyon bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye. Di 8’ê Mijdarên li dijî heman herêman bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye bombebaran kirin.
Di 7’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 8’ê Mijdarê de danê sibê li dijî heman herêmê ji aliyê helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin.”