Gerîlayan li Amed û Rihayê çalakî li dar xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li hember hêzên artêşa Tirk ên li Riha û Amedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku 28’ê Adarê saet 08.30’an dema otobusek jendermeyan ji Qereqola Mizarê ya girêdayî navçeya Sêwerega Rihayê diçû Sêweregê, yekîneyeke gerîla li hember vê otobusê çalakiya sabotajê li dar xistine. HPG’ê wiha got: “Di vê çalakiyê de 4 jenderme hatin kuştin, 7 jî birîndar bûne. Gelek ambûlans hatine cihê bûyerê, mirî û birîndarên xwe rakirine.

Piştî bûyerê yekîneya me ya gerîla bersiv daye êrîşa ji wesayîtekeê, di encama vê de qasî hate hînbûn kesekî keye di şer de miriye.”

HELÎKOPTERA KOBRA NEÇARÎ VEKIŞANDINÊ BÛ

Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin parvekirin: “31’ê Adarê (îro) saet 09.00-10.00’an 3 helîkopterên Skorsky bi piştgiriya helîkopterên Kobra hewl dan li girê Şehîd Zerdeşt ê girêdayî qada Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê leşkeran deyne. Helîkopterên Kobra yên nêzî girê Şehîd Gafûr bûn, ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Li ser vê helîkopterên Kobra neçarî vekişandinê bûne.”

LI AMEDÊ LI SER LEŞKERÊN DERKETIN OPERASYONÊ ÇALAKÎ

HPG’ê destnîşan kir ku 29’ê Adarê artêşa Tirk ji ser rêya Amed-Çewlikê leşker danîne derdora gundên Qilêdan û Motkayê, dest bi operasyonê kirine û wiha dom kir: “30^ê Adarê hêzên gerîlayên me li hember komek leşkerên TC yên ji 10 kesan pêk dihatin, li girê gundê Markê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê çalakiyek li dar xistin û leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.”

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev îfade cih girtin:

KOBRAYAN LI ÇIYAYÊ HEREKOLÊ DAN

“30’ê Adarê saet 11.00-12.00’an helîkopterên Kobra li qûntarê çiyayê Herekol ê li Şirnexê dane.

BALAFIRAN LI GARÊ DAN

31’ê Adarê (îro) saet 10.00-11.00’an balafirên şer ên Tirk derdora gelek gundên girêdayî herêma Garê ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Derdora Gundê Avê, Çemankê û Kanî Masî ya girêdayî mintiqa Çemankê bi awayekî dijwar hate bombekirin. Di van bombekirinan de ti windahiyên can çênebûn, rez û baxçeyên gelê herêmê zerar dîtine.”