Gêrîla Zerdeşt ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Gêrîla Zerdeşt ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla M. Nazil Demîr (Zerdeşt Pîrhat) ku di encama pêvçûna li Navçeya Lîce ya Amedê jiyana xwe ji dest da, ji hêla hezaran kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê M. Nazil Demîr (Zerdeşt Pîrhat) yê di 2'ê Cotmehê de di encama gêrîlayên HPG'ê avêtibû ser Qereqola Duru ya girêdayê Navçeya Lîcê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabû, ji morga Saziya Adlî Tip ya Meletî hatibû girtin, duh li Amedê ji hêla hezaran kesî ve hatibû pêşwazî kirin, îro bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hate definkirin.

Bi hezaran kesên ku li hewşiya Goristana Şehîdlikê ya Semta Şehîdlik ya Amedê li hev civiyan. Di nava wan de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên MEYA-DER'ê ya Amedê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Her wiha bi sedan xwendekarên Amadeyiya Şehîdlikê ji bo beşdarî merasîma cenazeyê gêrîla Zerdeşt bibin, di nîvê dersê de polan vale kirin û bi meşekî beşdarî merasimê bûn.

Hezaran kesên li ber salona cenaze şuştinê rawestiya bûn, wêneyê gêrîla Zerdeşt bi singa xwe ve daliqandibûn. Dayîka gêrîla Zerdeşt ku her tim sêniya xineyê di destê xwe de digerand, jinan jî bê navber tîlîliyan dikşandin. Di merasîma cenaze de girseyê bê navber dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin", "Tolhildan", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Bê serok jiyan nabe", "Em dê cîhana bê serok di serê we de hilweşînin", "Ciwan herin eniyê misîlemeyê bike" hatin qêrîn.

AYDOGAN: HÛN NIKARIN PKK'Ê XILAS BIKIN

Piştî wecîbeyên olî hatin kirin, bi hezaran kes cenazeyê gêrîla Zerdeşt hildan ser milan û dest bi meşê kirin. Girse di meşê de bê navber dirûşmeya "Şehîd namirin" cenaze heta goristanê birin. Li ser goristanê dayîka gêrîla Zerdeşt Hîdayet Demîr ku sêniya xineyê di destê wê de bû, bang kir û got; "Her kes bila zanibe îro daweta Zerdeşte, Kurdistan bûke." Dayîka gêrîla Zerdeşt pişt re dest bi xwendina sirûdên "Ey reqîb" û "Ey şoreşgerên Kurdistan" kir.

Hezaran kes jî bi dayîka gêrîla Zerdeşt re gotin. Pişt re Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, axaftinek kir û sersaxiyê ji malbatê re xwest. Aydogan diyar kir ku, malbata gêrîla ligel vê êşî serbilindiya wan hêzek mezin da girseyê. Aydogan da zanîn ku, ew êşa malbatê ji dilê xwe hîs dikin û got "Em minetdarên şehîdên azadiyê ne. Heta em xeyala wan bicih neyînin em dê têkoşîna xwe dom bikin û xurtir bikin." Aydogan anî ziman ku, sedema van êşan polîtîkayên hikumeta AKP'ê ye. Aydogan destnîşan kir ku, lê ji ber têkoşîna gel dê AKP û hikumeta wê dê hesabê bide gel. Aydogan derbirî ku, heke hûn di nava hewildana dê PKK'ê xilas bikin de bin, vala vala nekevin nava wê hesabê ji ber ku bi tu awayî hûnê nikaribin PKK'ê xilas bikin.

Piştî Aydogan mamê gêrîla Zerdeşt Seîd Demîr jî ji ber xwedîderketina girseyê spasiya xwe kir û got: "Em her tim dibêjin bila ev cenazeya dawî be, lê çênabe bila hikumeta hişê xwe bide serê xwe û vî şerî xilas bike." Demîr bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan jî û destnîşan kir ku, ji bo cenaze ji girtîgehan dernekeve divê gelê Kurd têkoşîna xwe xurtir bike.

Piştî axaftinan hate diyarkirin ku, dê ji bo sersaxiyê bidin malbatê li Taxa Badikanê ya Semta Şehîdlîkê ye. Girse pişt re li ser goristanê veqetiya.