Gêrîla Zafer Cûdî li Mexmûrê hat bîranîn

Gêrîla Zafer Cûdî li Mexmûrê hat bîranîn

Gêrîla Zafer Cûdî (Metîn Gulaç) li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji aliyê gelê wargehê ve hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem gêrîlayê HPG'ê Zafer Cûdî (Metîn Gulaç) ku di 4'ê Kanûna 2009'an de di encama pevçûnê de bi gêrîla Harûn Bêtirs re jiyana xwe ji dest dabû, li Saziya Komalên Ciwan ya Mexmûr duh di demjimêr 13.00'an de bi beşdariya girseyeke qelebalix ya gelê wargehê ve hat bibîranîn. Zafer Cûdî û Yakup Dellayimilan (Harûn Bêtirs) 4'ê kanûna 2009'an de dema jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji aliyê leşkeran ve rastî muameleyên dij-mirovatiyê tên ku cenazeyên her du gêrîlayan bi erdê ve hatibûn kaşkirin. Piştî dîmenên wê hovîtiyê di çapemeniya Kurd de hatin weşandin ji aliyê gelê Kurd ve rastî bertek û nerazîbûnên mezin hatibû.

Di bîranîna ji bo gêrîla Cûdî hat lidarxistin de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Cemal Cizîrî axaftinek kir û dest nîşan kir ku, tu gotin nikarin wate û pîroziya şehîd bînin ziman û wiha got: "Ji bo mirov karibe bibe hêjayî şehîd divê mirov armanc, hêvî û têkoşîna ku şehîd di oxura wê de şehîd ketiye bigihîne serketinê. Îro eger em gihiştibin ber keviya azadî û rizgariyê bi saya şehîde. Rêber Apo bi berxwedaneke bêhempa û bêrawestan li Îmrali têkoşînê pêş dixe, divê em wek gel li Rêber Apo xwedî derkevin. Em dê tu carî dest ji têkoşîn û doza şehîd bernedin."

Piştî Cemal Cizîrî Mamostayê gêrîla Zafer Cûdî Kendal Kara axivî û got: "Zafer di dema dibistanê de jî bi kesayeta xwe ya kamil û gihiştî, bi jîrtî û jiyana xwe mînakek bû. Zafer temsîliyeta dahatûya ciwanên Kurd dikir."

Birayê gêrîla Zafer, Remzî Gulaç jî dest nîşan kir wan soz dane Zafer ku her dem Wî bi bîr bînin û got, "Em dê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin û her dem em dê li pey şopa wan bin." Piştî axaftinan girseya ku beşdarî bîranînê bibû sînevîzyona ku di derbarê jiyana gêrîla Zafer de hatibû amadekirin temaşe kirin. Bîranîn, bi dirûşmayên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.