Gêrîla Rohat Sirek (Qehreman Rodi) ku di 22'ê Mijdarê de li Dara Hênê ya Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi goristana "Şehîd namirin" hate definkirin.
Gêrîlayê HPG'ê Rohat Sîrek (Qehreman Rodi) ku di nava 7 gêrîlayên HPG'ê de li bejahiya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê gêrîla Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) yê di 22'ê Mijdarê de li herêma Fîsê yê navçeya Lîceya Amedê jiyana xwe ji dest da serê sibehê cenazeyên wan ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin û anîn Amedê.
Cenazeyên 2 gêrîlayên HPG'ê li Tesîsên Dogu Petrolê yên ketina Amedê ji aliyê heyeta BDP'ê ku di nav de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî di nav de sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Girseya ku li Dogu Petrolê cenaze pêşwazî kir, kastî astengiyên polîsan hatin. Polîsan karwana cenazeyan asteng kir û destûr neda ku heyeta BDP'ê cenazeyê gêrîla Şervan Fidanten'in (Navdar Çiya) bibin Amedê u xwestin raste rast bibin Liceyê.
Li ser astengiya polîsan cenazeyên gêrîla Fidanten birin Liceyê û cenazeyê gêrîla Rohat Sirek (Qehreman Rodi) jî anîn Amedê. Bi dehan maşîne tevlî kerwanê cenazeyê gêrîla Rohat Sîrek bûn û bi girseyî anîn Goristana Yenikoyê ya Amedê. Girsê cenazeyê gêrîla Sîrek bi alên PKK'ê pêçan û li ser milê xwe kirin û heta nava goristanê meşiyan. Girsê dema darbesta gêrîla Sîrek danîn ser milê xwe di lehê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de slogan qêriyan û meşiyan. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "HPG biçe eniyê tevlî tolê bibe" û "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" û "Ji Ocalanê PKK'ê ava kir hezar silav" qêriyan. Di meşê de poster û wêneyên gêrîla Sîrek û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê rakirin.
Di merasima cenaze de dua û axaftin hatin kirin. Dema cenaze hate definkirin girseyê bê navber slogan avêtin û helîkopter bê navber di ser goristanê re firiya. Ji bo gêrîla Sîrek dê serdana sersaxiyê li Mala Şînê ya Temira Yas Evî bê vedan.