Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Çaçan bi tevlîbûna hezaran kesa kesan bi sloganan spartin axê. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di merasîma cenaze da axivî û diyar kir ku li hemberî polîtîkayên înkarê yên AKP'ê gelê kurd li ber xwe dide.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Çaçan (Serxwebûn Amed) ê ku 1'ê cotmehê li çoltara Sêz ê navçeya Norşînê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da bi girseyî li Amedê spartin axê.. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes li ber Goristana Yenîkoyê hatin cem hev.
Piştî li goristanê vecîbeyên olî hatin bicihanîn darbesta Çaçan a bi alên PKK'ê û gulan hate pêçandin ji aliyê girseyê ve bi meşê birin goristanê. Di meşê de wêneyên Çaçan hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e", "Cîhana bêyî Ocalan em dê bi serê we de hilweşînin" û "PKK Tolhildan" hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Ciwana bi heman posteran meşa leşkerî li darxistin û jinekî 70 salî jî bi ciwana re meşiya.
Piştî meşê cenazeyê Çaçan bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî karên veşartinê rêzgirtin pêk hat. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di merasîmê de axivî û sersaxî li malbata Çaçan da. Zumrut, anî ziman ku gelê kurd zêdehî 30 sal in ji bo jiyanekî azad bedelan dide û wiha got: "Gelê kurd hêj jî wan bedelan dide. Pêvajoya em dibînin nîşaneya hikûmeta AKP'ê weke çareserî komkujî danîne holê. Îro gelê Amedê du ewladên xwe dan axê."
'AKP DI ŞER DE ISRAR DIKE'
Zumrut, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha pê de çû: "59 rojin girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gelê kurd li çiya, girtîgeh û hemû qadan berxwedana xwe didomîn e. Heta mafên gel tên girtin dê bidomîn e. 2 daxwazên greva birçîbûnê hene. Ev daxwaz ên gelê kurd in. Lê hêj hikûmeta AKP'ê û dewlet van li ber çava nagire. Di şer de israr dike. Heke di şer de israr bikin em jî dê di berxwendê de israr bikin." Di dema merasîma cenaze de helîkopter li ser goristanê nizim difiriyan.
Piştî axaftinan girse ji bo tevlî daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bibin bi wesayîtan çûn ber girtîgehê.
Serdanên sersaxiya ji bo gerîla Çaçan li Mala Şînê ya Şeklat a li Dîclekentê tên qebûlkirin.