Gerîla Rohat li kêleha birayê wî spartin axê

Gerîla Rohat li kêleha birayê wî spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Denktaş (Rohat) ji Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Pirsusê ya Rihayê. Cenazeyê Denktaş, li gel hemû astengiyan bi slogana "Şehîd namirin" ji aliyê hezaran ve hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Denktaş (Rohat) ê ku di 9'ê cotmehê de li çoltarê navçeya Bazîdê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ber bi navçeya Pirsusê ya Rihayê ve bi rê kirinrê.

Karwana cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û nasnameyên welatiyan hatin kontrolkirin. Hate zanîn ku di navbera welatiyên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û polîsan de rageşî pêk hat. Dema nasname hatin kontrolkirin û polîsan astengî derxist, esnafan dikanên xwe girtin û tevlî çalakiyê bûn.

Tevî rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê kirin. Cenazeyê Denktaş li goristan şaredariya Pirsusê li cem cêwiyê wî yê di 19'ê cotmehê de li gundê Dezê yê Colemêrgê jiyana xwe ji dest da gerîlayê HPG'ê Huseyîn Denktaş ji aliyêhezaran ve bi dirûşima "Bijî Serok Apo" spartin axê.

Dema cenaze di kolên Pirsûsê re derbas bû xwendekarên dibistanê, ders boykot kirin û esnafan jî dikanên xwe girtin. Girseya ku darbesta Denktaş danîn ser milê xwe, darbest bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Dîsa di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "Bi can bi xwîn em bi tere ne ye Ocalan", "Tolhildan", "Deşta Pirsûsê hêlîna Apociyan e" qêriyan.

Girseyê dema cenaze anîn goristanê û wecîbeyên olî pêk dianîn, polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Di mudaxaleyê de 3 polîs birîndar bûn. Cenazeyê gerîla li cem birayê wî Huseyin Denktaş spartin axê.

Polîsan bi fermana dozger kamera û wenekêşa xebatkarê çapemeniya Şaredariya Pirsûsê Mehmet Şakîr desteser kir. Şakir, ku hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê, girse li ber midûriyetê kom bû. Li vir jî polîsan bi bombeya gazê mudaxale kir. Piştî demekê pevçûn û şer bi dawî bû.