Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Kudret Arslan ku di 27'e Îlonê de li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê jiyana xwe ji dest da li goristana Serê Solan bi girseyî spartin axê.
27'ê Îlonê li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerek qewimî. Di şer de gerîlaya HPG'ê Kudret Arslan (Nûda Sumbul) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî encama testa DNA'yê diyar bû û şûnde cenaze bi karwanekî anîn Colemêrgê.
Serê sibê karwana cenazeyê Arslan bi girseyî hate pêşwazîkirin. Welatiyan derabe venekirin û cenaze pêşwazî kirin. Jinan darbesta Arslan danîn ser milê xwe û heta qada nêzî goristanê meşiyan. Girseyê di meşa merasima cenaze de alên PKK, HPG û KCK’ê vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên HPG'ê bilind kirin.
Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Katil Erdogan", "Tolhildan" berz kirin. Di meşê de endamên Meclîsa BDP'ê şaredar û rêveberên BDP'ê jî amede bûn. 10 hezar kes tevlî meşa cenazeyê HPG'ê Arslan, bû û darbesta Arslan li ser milan birin Goristana Serê Solan a taxa Sumbulê.
Girseyê piştî cenaze spartin axê, ji bo kesên di têkoşîna aşitî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Serokê Rêxistina BDP'e yê Navçeya Navendî ya Colemêrgê Yavuz Aksaç, diyar kir ku li şûna her ciwanên ku tên kuştin ciwanên din tişe dike. Aksaç, ani ziman ku ew dê ji her dem bêtir têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Endamê Meclisa BDP'ê Hasan Guzel, jî ji ber k gelê Colemêrgê li cenaze xwedî derket spasiyên xwe anîn ziman û wiha got: "Bila Erdogan baş bizane ku me azadi bi xwîna xwe av daye. Ger ku Erdogan hêj înkar dike ev korît îye."
Dayika gerîla Nûda Asiye Arslan jî diyar kir ku mehek e ji bo cenazeyê keça xwe wergire têdikoşe û wiha got: "Mehek e ez li benda teşhisa cenaze me. Me duh cenaze wergirt. Keça min şehîda Kurdistanê ye. Hemû zarokên li çiyê zarokên min in. Bila serê gelê kurd û serokatiyê sax be."
Girsê pişti goristanê bi meş heta Gundê Kehê meşiyan û sersaxî ji malbatê xwestin.