Gêrîla Mîzgîn, Omer û Muhbet dê îro bên definkirin

Gêrîla Mîzgîn, Omer û Muhbet dê îro bên definkirin

Li navçeya Miyaran ya Xarpêtê di pevçûneke ku qewimî de gerîlayên HPG’ê Mîzgîn Atabay, û Omer Zaman û her wiha gerîla HPG’ê Muhbet Karaer ku li Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li Amed û Bismilê bi girseyî hatin pêşwazî kirin. Cenaze îro dê bên definkirin.

Li navçeya Mirayan ya Xarpêtê di pevçûna ku 1’ê Kanûnê pêkhat de gerîlaya HPG’ê Mîzgîn Atabay bi nasnav Berçem Amed û Omer Zaman bi nasnav Kurtay Amed jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê ji aliyê girseyeke mezin ve hatin pêşwazî kirin. Dayîkên Aştiyê, nûnerên MEYA-DER’ê, nûnerên BDP’an navendê, navçeyan û bi sedan kesî li Tesîsa Dogu Petrolê cenaze pêşwazî kirin. Cenaze bi karwaneke mezin birin Goristana Yenîkoy û îro dê di demjimêr 11’an de bên definkirin.

Her wiha, gerîlaya HPG’ê Muhbet Karaer bi nasnav Vejîn Êlih jî ku li nvaçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da dabû, li Bedlîsê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin. Piştre bi karwaneke mezin ber bi Êlihê ve birêkirin. Cenazeyê gêrîla Karaer dê li Goristana Girê Savaro bê definkirin.