Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Erol (Mazlum Serhat) ê ku li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi girseyî spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Erol (Mazlum Serhat) ê ku li navçeya Dara Henê ya Çewlîkê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da duh cenaze ji Meletiyê wergirt û anîbû Êlihê.
Cenazeyê li Mizgefta Selîmiye ya li taxa Baglar dihate sekinandin serê sibê li Goristana Gilbereşkê bi girseyî spartin axê. Serê sibê welatî li ber mizgeftê hatin cem hev û piştî nimêja înê Cenazeyê Erol girtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin.
Hevserokên Rêxistina BDP'ê Ayşe Agilgat û Şeyhmus Azboy, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, rêveberên MEYA-DER'ê, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û konfederalîzmê hatin vekirin.
Di meşê de sloganên "PKK gele gel li vir e", "PKK dê çekan bide me", "Şehit namirin", "Bijî serok Apo", "Qatîl Erdogan" û "Ocalan" hatin qêrîn. Dema meşê de esnafan jî dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Piştî meşê cenazeyê Erol li goristanê bi slogan û duayan spartin axê û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hatin.
'ME SOZA EM DEST JI VÊ TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN DA'
Piştî rêzgirtinê bavê gerîla Erol Muhammet Erol axivî û diyar kir ku di riya kurê wî de tenê zarokekî wi jî bibîne dê bide û wiha got: "Serê serokatiyê sax be. Serê hevalên wê yên li serê çiyayan sax be. Ez li vir soz didim Rêberê Apo; tu zarokên min nemînin û tu kes ji malbata min nemîne jî em dê di riya Erdal de bimeşin. Em dê biçin çiyayên Kurdistanê. Em soza cihê Erdal vala nahêlin didin. Em soz da Rêberê Apo û PKK'ê."
Ji bo gerîla Mazlum li taxa Mala Şinê ya Beşevlerê konê şînê hate vekirin.