Li Herêma Geliyê Zapê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di 14'ê Cotmehê de pevçûn derketibû û gêrîla Mahmut Kiraç yê ji Kolikê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Kiraç piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin li Kolikê ya Semsûrê bi girseyî definkirin
Gêrîlayê HPG’ê Mahmut Kiraç ku di encama pevçûna 14’ê Cotmehê ya li Herêma Zapê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Kiraç piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin li Kolikê ya Semsûrê bi siloganên "Şehîd namirin" defin kirin. Di merasimê de girseyê wêneyên gêrîla Kiraç rakirin û li ser gorê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Serokê YAKAY-DER'a Semsûrê Alî Gozubuyuk, xwest êdî kuştin û şer bi dawî bibe û wiha got: "Em dixwazin ev şehîdê me yê dawî be em defin dikin. Em dixwazin êdî kuştin û xwîn raweste. Gelê Kurd êdî kuştin û mirinê naxwaze."
Birayê gêrîla Kiraç Abdullah Kiraç jî diyar kir ku, Azad tenê ne birayê wî ye bira û hevalê we hemûyane û wiha got: " Em êdî naxwazin ku cenazeyên gêrîla û leşkeran bên. Em dixwazin kuştin bi bi dawî bibe.
Piştî cenazeyê gêrîla Kiraç hate definkirin, welatiyên li ser gorê kom bibûn belav bûn.