Cenazeyê gêrîla Muhbet Karaer (Vejin Êlih) li Êlihê ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi silogana "Şehîd namirin" hate definkirin.
Di 16'ê Mijdarê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di vî şerî de gêrîlaya HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) jiyana xwe ji dest dabû. Şevê din cenazeyê gêrîlaya HPG'ê Muhbet Karaer (Vejin Elih), piştî ji Meletiyê wergirtin li Êlihê şuştin. Cenazeyê gêrîla Karaer li Tesisa Bardakçiyan bi girseyî hate pêşwazîkirin û birin taxa Petrolkentê. Cenazeyê Karaer pişt re bi girseyî birin Mizgefta Liceyê. Li gel barana zêde cenazeyê gêrîla Karaer bi sloganên "Şehîd namirin" li ser milan birin mizgeftê û li vir cenaze şuştin.
Cenazeyê gêrîla Karaer piştî nimeja înê li Goristana Girê Savaro ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate definkirin. Serê sibehê welatiyan dikanên xwe venekirin û li ber mizgeftê kom bûn. Bi 10 hezaran kesên li ber mizgeftê kom bûn darbesta gêrîla Karaer bi ala PKK'ê pêçan û danîn ser milê xwe û heta Goristana Girê Savaro meşiyan. Di meşê de endamên Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û demokratîk de jî cih girtin. Di meşê de pankarta ku wêneyê gêrîla Karaer û hevalên wê yên pêre jiyana xwe ji dest dabûn jî hebûn vekirin û heta goristanê meşiyan. Bi hezaran kesan di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê li gel barana zêde meşiyan.
Welatiyan di şaneşinên malên xwe de bi slogan û çepikan piştgirî dan girsê. Tevlêbûna meşê her ku çû zêde bû û heta girse gihişt ser goristanê hêjmar gihişt 10 hezar kesan. Di merasimê de girsê bê navber sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele, gel li vire" û "Êlih ranezê li şehîdê xwe xwedi derkeve" û "Ocalan", "Bijî serok Apo" û "Tolhildan" qêriyan kirin.
Girseyê piştî cenaze defin kirin dua xwendin. Girsê piştî definkirinê rêz girt û axaftin hatin kirin. Serokê MEYA-DER'a Êlihê Ekrem Degîrmencî, xwest ku kes li ser nirxên şehîdan û PKK'ê rantê nexwe. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, jî bertek nîşanî polîtikayên hikûmetê dan û wiha got:
"Dewlet bi çekên kîmyewî zarokên me qetil dikin. Pişt re jî dibêje şer tune. Hefteyek berê li Amedê ji bo gelê me cenazeyê xwe defin kir, polîsan bombeyên gazê bi ser girsê û cenazeyan de avêt. Ger ku li ser axekê şer hebe û wê demê şehîd jî hene. Lê dewlet dibêje gerek hûn li şehîdê xwe jî xwedî dernekevin. Lê bila pergal baş zanibe ku em dê bi yekîtî û têkoşîna xwe li diji vê ferasetê şer bikin."
Bavê gêrîla Karaer Îsmet Karaer jî diyar kir ku, keça wî ne tenê şehîda wane û şehîda hemû gelê kurde. Girseyê piştî cenaze defin kir bi siloganan heta mala Sersaxiyê ya Mehmet Sincar meşiyan. Serdana şînê dê 3 rojan berdewam bike.