Gerîla Mevre Ezgî Ozcan (Hîra Rûstem) a ku li Şemzînanê tevî 4 hevalên xwe li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû, li Geverê ji aliyê dehezaran ve hate birêkirin.
Cenazeyê gerîlaya Kurd Mevre Ezgî Ozcan (Hîra Rûstem) a ku di pevçûnên 1-2’yê cotmehê li navçeya Şemzînanê qewimîn de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Geverê. Cenaze îro li ber Oslo Otelê ya Geverê ji aliyê dehezaran ve hate pêşwazîkirin. Li navçeyê ji ber merasima cenaze derabeyên dikanan nehatin vekirin.
Tevî Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, şaredarên Bajargê, Şemzînan û Geverê, nunerên rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyan, beşdarî meşa li Taxa Kişlaya li navenda navçeyê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah û Hîra Rûstem, alên PKK û KCK’ê, hatin vekirin. Di dema merasimê de paçên reş bi şaneşînên gelek malan ve hatin daliqandin. Piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn, cenaze bi dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, ber bi Goristana Taxa Ormanê ve hate birêkirin.
Jinan darbesta Hîra Rûstem danî ser milên xwe û di meşê de pankarta ji bo greva birçîbûnê ya bi awayê “Berxedana Zindanan tê bibe serhildana gel, serhildana gel bibe azadiye serok Apo” hate vekirin.
BI HINEYÊ HATE BIRÊKIRIN...
Piştî meşê, cenazeyê gerîlaya Kurd Hîra Rûstem bi dirûşiman, kulîlk û hineyê hate birêkirin.
Piştî merasimê Nunerê MEYA-DER’a Geverê Sadullah Duzen axivî û ji bo xwedîderketinê malavahiya gelê Geverê kir.Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan jî axivî û got; “Ev 30 sal in, şerê di navbera zalim û mazluman de berdewam dike. Daxwaza mazluman ew e ku mafên ku xwedê dane, bên naskirin. Zalim jî vê yekê red dikin. Li tu welatan zimanê tu gelî nasnameya wan nehatiye qedexekirin. Gelê ku çand, ziman, nasnameya wan hatiye înarkirin û rêberê wan di tecrîdê de ye li zîndan çiyayan li ber xwe didin.” Canan nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Erdogan da û daxuyaniyên Erdogan wek “bêwijdanî” bi nav kir.
Piştî merasima cenaze, ciwanan li ser rêya taxên Kişla û Cûmhûriyetê bend danîn û bi polîsan re pev çûn. Bûyerên li navçeyê didomin.