Gerîla Hîra dê li Geverê bigirseyî bê defin kirin

Gerîla Hîra dê li Geverê bigirseyî bê defin kirin

Gêrîla Merve Ezgî Ozcan (Hîra Rûstem) ku li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di şer de li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, dê sibe li navçeya Geverê bispêrin axê.

Gêrîlaya HPG’ê Merve Ezgî Ozcan (Hîra Rûstem) ku di pevçûna 1-2’ê Cotmehê ya li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku malbatê cenazeyê gêrîla Hîra ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê girtin, hate hînbûn dê gêrîla Hîra li Taxa Orman ya navçeya Geverê di demjimêr 13.00’an de bigirseyî bispêrin axê.