Gerîla Gabar li Wanê spartin axê

Gerîla Gabar li Wanê spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nazim Işik (Gabar Feraşîn) ê ku 25'ê mijdarê li bejahiya gundê Karayîgît ê navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da li Wanê bi girseyî spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nazim Işik (Gabar Feraşîn) ê ku di 25'ê mijdarê de li çoltarê gundê Karayîgît ê navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da li Wanê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gerîla Işik li tesîsên Hîtît ên têketina Westanê hate pêşwazîkirin û pişt re jî birin Mizgefta Yenî û vecîbeyîn olî bi cih anîn. Pişt re gerîla Işik ji aliyê welatiyan ve hate hilgirtin û ber bi Goristana taxa Yenî ve birin.

Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar û Nazmî Gur, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endama LRN ya BDPê Necla Yildirim, TUYAD-DER, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û dirûşimên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel li vir e" û "tolhildan" hatin qêrîn.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCKê hatin vekirin. Piştî karên spartinê rêzgirtin pêk hat û Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, axivî û banga yekîtiyê kir û wiha got:

"Ez li hemberî gerilayên serê çiyan, rêhevalên girtîgehan de û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bejna xwe ditewînim." Uçer, diyar kir ku 2 rojin li Amedê cenazeyên gerîlayan tên astengkirin û wiha axivî: “Bila Erdogan baş bizane ji bo azadiyê têkoşîn şeref e. Di vê riyê de em amadene ku canê xwe bidin."

Bavê gerîla Işik Tahîr Işik jî axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Serê me hemuyan sax be."

Piştî axaftinan girseyê konê şînê yê li taxa Xaçortê hate vekirin ziyaret kir.