Gerîla: Em ê di sala 39'an de têkoşînê bi ser bixînin
Gerîlayên HPG/YJA Starê têkildarî salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û gotin, "Heta ku gelê me û gelên cîhanê azad bibin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin." Gerîlayan bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku tevlî nava refên PKK'ê bibin.
ANDOK KERBORAN / ARGEŞ SERHAT
BEHDÎNAN / ANF
yekşem, 27 sermawezê 2016, 10:02
Gerîlayên HPG/YJA Starê têkildarî salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û gotin, "Heta ku gelê me û gelên cîhanê azad bibin, em ê têkoşîna xwe mezni bikin." Gerîlayan bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku tevlî nava refên PKK'ê bibin.
ARAM FIRAT: EM LI PEY SOZA XWE YA AZADIYÊ NE
Gerîlayê HPG'ê Aram Firat bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û got, "Rêber Apo tevî komek ji hevalan di nava şert û mercên gelekî zehmet de dest bi têkoşînê kir. Eger mirov PKK'ê weke partiyekê yan jî tevgereke ji rêzê binirxînin, ev yek wê şaş be. Ji bo mirov PKK'ê û Rêber Apo fêhm bikin, lazim e mercên serdema damezrandinê û rastiya hingî ya Kurd û Kurdistanê werin nirxandin. Ji gava destpêkê ya Rêber Apo heta roja me ya îro, têkoşîna tevgera me qet qels nebûye. Weke gel û tevgerê, di vê demê de em li Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşînin. Weke milîtanên Apoyî em ê xwedî li xeyal û mîrateya şehîdên leheng derkevin, ku têkoşîna me gihandine roja îro. Em ê di sala 39'an de têkoşîna xwe mezintir bikin û bi ser bixînin. Em li pey soza xwe ya azadiyê ne, ku me dane gelê xwe. Heta ku gelê me û hemû gelên cîhanê azad bibe, wê ala têkoşînê her li ba be."
'DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ XWEDÎ LI NIRXÊN PKK'Ê DERKEVIN'
Gerîla Firat destnîşan kir, ku divê ciwanên Kurdistanê xwedî li nirxên PKK'ê derkevin û wiha dewam kir: "Tişta herî pîroz a li ser rûyê erdê ew e, ku mirov ji bo axa xwe, gelê xwe û hemû gelên bindest têbikoşin. Ji ber vê yekê jî bang li ciwanên Kurdistanê û gelê me dikim, ku têkoşîna xwe mezin bikin. Girîng e gelê me û ciwanên Kurdistanê xwedî li nirxên PKK'ê derkeve û wan mezin bikin."
BÊRÎTAN CÛDÎ: TEVGERA ME YA AZADIYÊ DI HER GAVÊ DE MEZIN DIBE
Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Cûdî diayr kir, sala 39'an ji bo wan gelekî girîng e û got, "Di serî de li Rêber Apo, gelê me, hemû gelên cîhanê, şehîdên şoreşê û jinên cîhanê pîroz dikim. Tevgera me ya azadiyê di her gavê de mezin dibe. Têkoşîna ku tevgera me ev 38 sal in dimeşîne, ne tenê ji bo gelê Kurd e, di heman demê de ji bo hemû gelên bindest e. Û her ku em pê li tetîkê dikin, hêrsa xwe ya li dijî hêzên mêtînger nîşan didin."
SERHAT XELAT: PKK BI NIRXÊN ÇIL SALAN XWE MEZIN DIKE
Gerîlayê HPG'ê Serhat Xelat salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir, ku ya PKK'ê dike PKK ji holê rakirina zor û zehmetiyan e. Xelat got, "Tevî ku artêşa faşîst bi hemû hêza xwe êrîş dike, nikare li dijî tevgera me bi ser bikeve. Tevgera me bi nirxên çil salan dimeşe û xwe mezin dike. Tevgera me bi komeke biçûk di nava şert û mercên zehmet de gaveke mezin avêt û bi baweriyeke mezin bi mîlyonan mirov niha daye pey xwe."