Gerîla Çekdar ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Gerîla Çekdar ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Servet Fîdan (Çekdar Cilo) ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi dirûşimên "Şehîd namirin" spartin axê. Girseya ku piştî cenaze defin kir dest bi meşê kir rastî mudaxaleya polisan hat û pevçûn qewimîn. Bûyer didomin.

Malbata gerîla Servet Fidan duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiye wergirtin û anîn Cizîrê. Bi hezaran kesên ji bo cenazeyê gerîla Sevet Fidan (Çekdar Çîlo) yê di 23'ê Cotmehêde li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, pêşwazi bikin li ser rêya Hezexe kom bûn rastî mudaxaleya polîsan a tund hatin.

Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA, ket nava girseyê û ava şidî û bombeyen gazê bikar anîn. Li hemberî mudaxaleya polîsan girsê jî bi kevir û fîşekên hewayi bersîv dan polîsan. Pevçûn li nava kolanan belav bû. Piştî malbatê cenaze anîn Mizgefta Şeyh Siraç girse dîsa li dora mizgeftê kom bû.

Girseyê piştî wecîbeyen olî ya li Mizgefta Şêx Siraçê danin ser milê xwe û heta Goristana Asrî yê Cizîrê meşiyan. Bi 10 hezaran kesan darbesta Fîdan bi dengê kesk, sor û zer pêçan û li ser milan heta goristanê meşiyan. Bi 10 hezaran kesan di meşê de bê navber sloganên "Şehit namirin", "Ey şehid xwîna te li erdê namîne" qêriyan.

Girse ket kolana Nisêbîne û wêneyên 4 gerîlayên HPG'ê yên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane rakirin.Girsê dîsa di meşê de pankarta "Şehit namirin" û PKK gel e, gel li vir e" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Bi 10 hezaran kesan pişti meşê cenazeyê Fidan bi slogana "Şehit namirin" berz kir. Di merasima Cenaze de Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, diyar kir ku gelê Botanê her tim li cenazeyê xwe xwedî derketiye û dê her tim li cenaze û doza xwe xwedî derkevin. Bavê gerîla Baki Fidan jî diyar kir ku Fîdan ne tenê kurê wî, kurê hemû gelê kurd e.

Girseya ku piştî merasima cenaze dest bi meşê kir rastî mudaxaleya polisan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Girsê jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan û dîsa li nava kolanan bûyer derketin. Bûyer li kolana Hezex û Nisêbînê didomin.