Gêrîla Botan ji aliyê hezaran kesan ve hate defin kirin

Gêrîla Botan ji aliyê hezaran kesan ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla û di heman demê de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DTP'ê ku 16'ê Mijdarê de li Geliye Tiyarê li gel 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest dabû gêrîla Cezmî Altinbaş (Botan Erdal) li navçeya Tetwanê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cezmî Altinbaş ku di 16'ê Mijdarê de li geliyê Tiyarê yê navçeya Çela Colemêrgê li gel 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da li Tetwanê hate definkirin. Malbata gêrîla Altinbaş duh cenaze ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Tetwanêya Bedlisê. Malbatê piştî cenazeyê Altinbaş anîn Mizgefta Navendî ya Tatwanê bi merasimekê birin li Goristana Karşiyaka ya Tetwanê hate definkirin.

Di merasima Cenaze de parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Husamettin Zenderlîoglu, Sebahat Tuncel, endama MYK'ê ya BDP'ê Necla Yildirim, Huseyin Koçuk, Endama Meclîsa BDP'ê Pelîn Yilmaz û Kibriye Evren, hevalên Altintaş ên xebatê, rêveberên BDP’ê û şaredarên BDP'î, nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî pêk hatin cenazeyê Altintaş ji mizgeftê wergirtin û darbesta Altinbaş li ser milan heta Goristana Karşiyaka birin.

BI SLOGANÊN "ŞEHÎD NAMIRIN" DEFIN KIRIN

Girsê dema darbesta gêrîla Altinbaş danin ser milê xwe û meş pêk anîn pankarta "Şehîd namirin" vekir û posterê gêrîla Altintaş vekirin. Li gel barana zêde bi hezaran kes tev li merasimê bûn. Bi hezaran kesên tev li merasime bûn, di merasime de hêzirê çavan barandin. Li ser gorê parlementerê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlîoglu, axaftinek kir û wiha got: "Altinbaş şehîdê gelê Kurde.

Divê em şehitbûna wî baş fam bikin û daxwazên wî bicih binin. Kesên ku têkoşîna wî bicih bînin ancak bi rûmet bin. Rêheval Cezmî endamê MYK'a DTP’ê bû. Li dijî zextan û zordariyê berê xwe da çiyê. Bila her kes baş zanibe ku duh me serî netewand em dê sibê jî serî netewînin. Wekî Cegerxwin gotibû "Ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek." Em bang li zaliman dikin û dibêjin gelê kurd nemiriye û her diçe zindî dibe. Gelê Kurd dê her tim bijî û li dijî zilmê serî hilde." Piştî definkirin û axaftinê girse çûn mala sersaxiyê ziyaret kir û belav bû.

CEZMÎ ALTINTAŞ KÎ BÛ?

Altintaş, di 26 saliya xwe de di 16'ê Mijdarê de li Çelê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Di 16'ê Mijdarê de li herêma Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hat û di operasyonê de 3 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji gêrîlayên HPG'ê Cezmi Altintaş (Botan Erdal) ku berê li Tirkiyeyê di nava siyasetê de cih girtibû û ji ber rêya siyasetê lê hate girtin tevlî refên HPG'ê bû ye. Gêrîlayê HPG'ê û siyasetmedarê Kurd Cezmî Altintaş, di sala 1986'an de li gundê Simban yê Navçeya Tetwana Bedlîsê ji dayîk bû. Gundê Simban di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hate valakirin. Piştî gundê Simbanê hate valakirin gêrîla Cezmî Altinbaş li gel dayîk, bav û 15 xwişk û birayên xwe re koçî Stenbolê kirin. Gêrîla Altintaş ku birayê malbatê yê herî biçûk bû, ji biçûktiya xwe de bi siyasetê re hate naskirin û piştî dibistana seretayî dest ji xwendina dibistanê berda. Gerîla Altintaş, piştî dest ji dibistanê berda bi ciwanên taxê re dest bi kar û xebatmên DEHAP'ê kir. Di sala 2003'an de hêj 17 salî bû, li navçeya Sultanahmetê pankarta ''Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk, Bila Îmrali bê girtin" bi avahiya Edliyeya Stenbolê ve daliqandin. Ji ber vê çalakiya xwe demekê li girtîgeha Zarokan a Bakirkoyê hate girtin. Altintaş, piştî serbest hate berdan, di nava rêxistina DEHAP'ê ya Bagcilarê ya Stenbolê de cih girt. Gêrîla Altintaş DEHAP'ê, piştre tevlî xebatên ciwanan a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû. Gêrîla Altintaş pişti demekê di nava Lijneya Rêveberiya Navendî de cih girt. Dîsa berdevkiya Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-M) kir. Gêrîla Altintaş tevlî gelek civîn, mîtîng, panel, semîner û xebatên DTP'ê bû. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û demokratîk bê vekirin serî li gelek rêbazan da. Heri dawî gêrîla Altintaş di 1'ê Hezîrana 2008'an de, di 2'emin Kongreya Asayîe ya Meclîsa YDG'ê de diyar kir ku, di şer de herî zêde ciwan dikevin bin bandorê û wiha got: "Em ciwan di nava şer de mezin bûn. Em her roj di nava şer de mezin dibin û dikevin bin bandora şer." Piştî re di çarçoeya operasoyan KCK'ê ya di 14'ê Nîsana 2009'an de destpê kir, di derbarê gêrîla Altintaş de biryara lêgerînê hate destpêkirin. Gêrîla Altintaş ku di nava MYK'ê ya BDP'ê de cih digirt, piştî der barê wî de biryara girtinê hate stendin, berê xwe da çiyê û tevlî PKK'ê bû. Gêrîla Altintaş ku hêj zarok bû tevlî siyasetê bû di 26 saliya xwe de di operasyonê de jiyana xwe ji dest da.