Gerîla Bahoz bi girseyî spartin axê

Gerîla Bahoz bi girseyî spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Savaş Okuducu (Bahoz Xanî) ê ku di 14'ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bi slogana "Şehîd namirin" bi girseyî spartin axê.

Malbata gerîla Savaş Okuducu yê ku di 14'ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da duh cenazeyê kurê xwe ji Morga Goristana Şaredariya Meletiyê wergirtin anîn Amedê.

Piştî cenazeyê Okuducu li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate rawestandin serê sibê ji bo wecîbeyên olî pêk bên birin mizgeft û nimêja cenaze hate kirin. Piştî nimêjê darbesta Okuducu ku bi ala PKK'ê hatibû pêçandin hildan ser milan û heta goristanê meş hate li darxistin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Wekîla Şaredara Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, rêveber û endamên BDP, Rêveberên MEYAD-DER, xebatkarê şaredariyan û meclîsên taxan, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn.

Di meşê de posterên poster Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û posterên Okuducu hatin hildan. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" û "Bijî berxedana zîndana" hatin berzkirin.

Di dema meşê de wesayîtên ku derbas dibin welatî jê paya bûn û tevlî meşê bûn. Polîsan jî dîmen û wêneyên welatiyên tevlî merasîma cenazebûn kêşandin. Di dema merasîma cenaze de gelek balafirên şer ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev radibûn û carek din dihatin balafirgehê. Girseyê jî bi sloganan li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Piştî meşê Cenazeyê Okuducu hate definkirin û rêzgirtin pêk hat. Di merasîma cenazeya sruda "Ey Reqîp" hate xwendin. Piştî karên definkirinê Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku îro jî ew rêhevaleke xwe didin axê. Ayaz, ji malbat û hemû gelê kurd re sersaxî xwest.

ZUMRUT: CAREK DIN BIRÊZ OCALAN BÛ MÎMARÊ AŞÎTIYÊ

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî ji hemû gelê kurd re sersaxî xwest û diyar kir ku ew her roj li her navendan cenazên şehîdan bi rê dikin û didin axê. Zumrut, da zanin ku ew dizanin berpirsyarê van cangoriyan kî ne û wiha got: "Ê ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe û naxwaze aşîtî pêk bê berpirsyarê mezin ew e. Berpirsyarê mezin AKP ye. Yê ku naxwazin peyva kurd bê axaftin ji gotina dayikana êdî bes e jî şerm nakin." Zumrut, ragihand ku 30 sale şer tê meşandin û bi vê sayê şoreşgerên kurd destkeftiyên mezin bi dest ketine. Zumrut, destnîşan kir ku carek din berxwedana zîndana li ser banga Ocalan gihîşt armanca xwe û diyar kir ku bi milyona kurd Ocalan wek vina xwe da nîşandan. Zumrut, got ku Ocalan carek din bûye mimarê aşîtiyê.

"SERÊ SEROK SAX BE"

Dayika Okuducu Surreya Okuducu jî axivî û wiha got: "Bila serê Serok sax be. Dê xwîna lawê min li erdê nemîne. Ew cangoriyê gelê xwe ye. Dê dijmin hesabê kurê min bide." Apê Okuducu Sebahattîn Okuducu jî anî ziman ku ew li ser navê hevalê xwe Xanî dibêje bila hemû serê gelê kurd sax be. Okuducu, da zanin ku Savaş ne biraziyê wî bû lê hevalê wî bû û got ku di dilê Savaş de her tim xeyal hatina wî amedê hebû. Okuducu, bi lêv kir ku wan îro Savaş aniyê Amedê û wiha axivî: "Bila serê Serok, hevalê wi li ser çiya, hevalê zîndanan, dayik û gelê Amedê sax be. Okuducu, diyar kir ku Savaş buye şehîdê mizgîniya gelê xwe.

Piştî merasîmê ji rihê Okuducu re dia û fatîha hatin xweindin. Ji ber ku dema malbatê şahadeta kurê xwe bihîstibû li Edenê sersaxî qebul kiribûn. Ji ber vê yekê malbat çû Rêxistina BDP'a Amedê û dê îro gel ji bo malbatê sersaxî bixwaze.