Gêrîla Azad bi girseyî hate defin kirin

Gêrîla Azad bi girseyî hate defin kirin

Cenazeyên gêrîla Huseyin Denktaş li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Huseyîn Dengtaş (Azad Mûnzûr) ku di 19'ê Cotmehê de li Dola Çiçeka di şer de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Pirsûsê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Malbata gêrîla Azad piştî testa DNA'a kirin, cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Pirsûsê.

Karwanê cenaze li bajaroka Elîgorê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Beriya ku cenaze bigêje Elîgorê polîsan bajarok dorpêç kir û tedbîrên mezin girtin. Girseyê bi sloganên "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kir û birin navçeya Pirsûsê. Girseya ku xwest di nava polîsan re derbaz bibe, polîsan li pêşiya girseyê bend danî û mudaxele kir.

Li hemberî mudaxeleya polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit, girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan. Pişti girseyê barîkata polîsan ji pêş xwe rakir û cenaze anîn Pirsûse, li duriyana Pirsûsê ya nêzî BDP'ê, polîsan dîsa mudaxeleyî girseyê kir. Li gel hemu astengiyan girsê cenaze gihand goristanê û bi tevlîbûna hezaran kesan cenazeyê gêrîla Azad definkirin.

Girsê di merasima cenazey de li gel maşîneyên zirxî û TOMA bi sloganên "Biji serok Apo", "Şehîd namirin", "Bi can bi xwîn" em bi te re ne Ocalan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qêriyan. Girse piştî axaftinên li ser goristanê belav bûn.