Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Emîne Oran, ku di 22'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi sloganan û sirûda "Çerxa Şoreşê" spartin axê.
Cenazeyê gerîla Emîne Oran ku di 22'ê Mijdarê de li Dara Hênê ya Amedê Çewlikê ku di şer de jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê bi girseyî spartin axê.
Duh 5 malbatên gerîlaya HPG'ê cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn bajarên wan. Malbata gerîla Emine Oran (Axîn Jiyan) jî cenazeyê keça xwe piştî ji Meletiyê wergirtin li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi girseyî û sloganan spartin axê.
Cenazeyê Oran ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazikirin. Girseyê di pêşwazîkirinê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin" qêriyan û wêneyên gerîla Oran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan.
Girseyê cenazeyê Oran li goristana Şexnazir ya Pirsûsê bi slogan û sirûda Çerxa Şoreşê spartin axê. Girseyê bênavber dirûşim qêriyan û rêz girtin. Girsê piştî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend belav bûn.