Cenazeyên gêrîla Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtay Amed) ku di 1'ê Kanûnê de li navçeya Miyaran ya Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabûn, li gel barana zêde li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî hatin defin kirin.
Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtay Amed) ku di 1'ê Kanunê de li navçeya Miyaran ya Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî duh malbatan cenazeyê zarokên xwe ji Meletiyê wergirtin, li gel barandina baranê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî hatin definkirin. Duh cenazeyan di demjimêrên êvarê de bi girseyî hatibûn pêşwazîkirin û anîbûn morga goristanê. Di wecîbeyên olî ya li mizgefta goristanê pêk hat de beşdariya girseyê her ku diçû zêde bû.
Beriya meşa cenazeyan pêk were polîsan bi maşîneyên zirxî derdora goristanê dorpêç kir. Piştî nimêja cenazeyan, bi hezaran kesan darbestên gêrîlayan bi alên KCK û PKK'ê pêçan û danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Di meşê de rêveber û endamên BDP, MEYA-DER'ê, Ýnsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên şaredariyan û meclîsên taxan û di nav girseyê de cihê xwe girtin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4 gêrîlayên bi hev re jiyana xwe ji dest dabûn û alên PKK û KCK'ê hatin hildan. Girseyê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Riya Şehîd riya me PKK partiya me" û "Rêhevalên rojê bê mirinin" qêriyan. Li ser goristanê meş bi dawî bû.
GIRSÊ SEROKWEZÎR ERDOGAN ŞERMEZAR KIR
Di meş û definkirina cenazeyan de malbat û xizmên gêrîlayan kêliyên hestewar jiyan û li ser zarokên xwe lorandin. Dayîkan jî li hemberî şerxwaziya hikumetê nerazîbûnê xwe anîn ziman û Serkwezîr Erdogan bi tundî şermezar kirin. Definkirina cenazeyan di bin barana zêde de pêk hat û li vir girseyê fatiha û duayan xwendin. Piştî terqîna cenazeyan girseyê ji bo dilsoziya kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
'EM JI TU KESÎ RE SERÎ NATEWÎNIN'
Li vir Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz axaftinek kurt kir û ji bo hemû gelê Kurd û malbatan sersaxî xwest. Ayaz diyar kir ku, ew her roj dibînin çiqas dijmin bê êşandin li hemberî malbat û gelê Kurd tev digere. Ayaz anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê di şer de israr dike û wiha got: "Em dê di têkoşîna hevalên xwe berdewam bikin. Bila êdî tu malbatên me êşê ne kişîne. Em ne ji hikûmetê û ne ji tu kesê din re serê xwe na tewînin."
'EMÊ LI RUMETA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN'
Hevserokê rêxistan BDP'a Amedê Ahmet Gezen jî da zanîn ku, niha gelê Kurd têkoşîna hebûn û tunebûnê xwe dide û wiha got: "AKP di şer de israr dike. Di her alî de dixwazin vîna me bişkênin. Êrîşî cenazeyên hevalên me dikin. Di meclîsê de dixwazin me tune bikin. Pêwîste em têkoşîna xwe bêtir xurtir bikin. Em dê li rûmeta şehîdên xwe derkevin. Em îro li cenazeyên xwe xwedî dernekevin, dê sibê nehêlin em bikevin goristanê jî." Gezen bal kişan ser tecrît ali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got her roja ku diçe tecrît girantir dibe.
'PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI SEROKÊ XWE DERKEVIN'
Piştî Gezen Bavê gêrîla Mizgîn Atabay Mehmet Şerîf Atabay jî wiha axivî: "Serê gelê me sax be. Pêwîste em xwedî li van lehengan derên û têkoşînê wan firehtir bikin. Divê em xwedî li Serokê xwe derkevin ku bila azadbûna wî pêk were. Ji bo hemû gelê me serkeftin dixwazim û bila hemû heval heqê xwe li şehîda xwe helal bike."
Piştî merasîmê girse li gel malbatan çû mala sersaxiyê ya Badikiyan ku li Batikentê ye. Dê li vir 3 rojan serdanê sersaxiyê bên qebulkirin.