Gêrîla Huseyin Akdogan (Armanc Kerboran) di yekemîn salvegera jiyana xwe ji dest daye de, li ser gora xwe ji aliyê sedan kesan ve hate bibîr anîn.
Gêrîlayê HPG'ê Huseyin Akdogan (Armanc Kerboran) ku par li navçeya Lîceya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da, di 1'emin salvegera jiyana xwe jidest daye de ji aliyê sedan kesan ve hate bi bîranîn. Akdogan li navçeya Kerboranê ji aliyê endam û rêveberên MEYA-DER, rêveberên, navçe, bajar û navendê yên BDP'ê jî di nav de 100'an kesan ve hate bibîranîn.
Girseya ku li taxa Bahçebaşi li hev kom bû, heta goristana Micir Safa meşiyan û gora Akdogan ziyaret kir. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Ocalan", "PKK gele, gel li vire" qîrkir. Girseya ku di bin dorpêça polîsan de çûn ser gora Akdogan, li ser gorê deqîqeyekê rêz girt û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girsê li ser gorê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla vekirin. Li ser gorê Nûnerê MEYA-DER'ê Mahmut Erdem axaftin kir û diyar kir ku, dê têkoşîna wan berdewam bikin.
Hevseroka BDP'ê ya Mêrdinê Sihem Elveren Alp jî axaftin kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Alp xwest her kes li Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwedi derkevin û dawî li tecrîdê bînin û rêya aştî û demokrasiyê vekin.
Piştî axaftinê girse dîsa heta taxê meşiyan û konê ji bo mewlûdê hatiye vekirin ziyaret kir. Girse piştî tevlî mewlûdê bû û dua kirin.
Di konê mewlûdê de jî wêneyên gêrîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane hate vekirin.