Gelê Xurmatû: Planên kirêt ên hêzên derve tên bicihanîn
Malbatên Kurd ên ji Xurmatû yên zarokên wan di êrîşên Heşdî Şebî de hatin qetilkirin, ji bo mirovên din nemirin bang li rayedaran kirin ku tedbîran bigirin.
Malbatên Kurd ên ji Xurmatû yên zarokên wan di êrîşên Heşdî Şebî de hatin qetilkirin, ji bo mirovên din nemirin bang li rayedaran kirin ku tedbîran bigirin.
Malbatên Kurd ên ji Xurmatû yên zarokên wan di êrîşên Heşdî Şebî de hatin qetilkirin, ji bo mirovên din nemirin bang li rayedaran kirin ku tedbîran bigirin. Gelê Xurmatû da xuyakirin, ku bûyer piştî sala 2003'an bi zanebûn hatine derxistin û ji ber şer jiyana li navçeyê li ber tinebûnê ye.
Kurdên ji Xurmatû dan zanîn, hêzên Heşdî Şebî hewl didin Kurdan ji navçeyê derxînin, li hemberî vê yekê pêwîstî pê hebe wê bi giştî rahêjin çekê û got, "Li pişt van bûyeran dewletên Îran û Tirkiye hene."
'JI SALA 2003'AN Û VIR VE BI ZANEBÛN ALOZÎ TÊ MEZINKIRIN'
Kurdên Xurmatûyî diyar kirin, ji sala 2003'an û vir ve hin derdor roj bi roj aloziyê di navbera gelên Xurmatû de mezin dikin û ragihandin, rayedarên li herêmê jî li dijî vê rewşa aloz bi têrkerî tedbîr negirtin.
Ji şêniyên Xurmatû Şaxewan Haşim Îsa got, "Ji sala 2003'an û vir ve rewşa aloz roj bi roj hat mezinkirin. Piştre êrîşên DAIŞ'ê destpê kirin. Niha jî Heşdî Şebî derket holê. Xuya ye hin derdor bi zanebûn dixwazin li vê herêmê alozî û şer derxînin. Divê Kurd jî li gorî siyaseta hin hêzan tevnegerin. Ez dixwazim bi taybetî bang li siyasetmedar û partiyên Kurd bikim. Pêwîste hûn xwedî planek, siyaseteke xwe bin. Bi siyaseta dewleta Tirk an Îranê ve hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin."
Îsa bal kişand ser lihevkirina pêr di navbera aliyan de hat kirin û diyar kir, berê jî hevdîtin û lihevkirinên bi vî rengî pêk hatin, lê nebûn çareseriyeke mayînde.
'HEŞDÎ ŞEBÎ ALOZIYÊ VEDIGUHERÎNE ŞER'
Ciwanê bi navê Mûhammed ê ji Xurmatû da xuyakirin, ku bûyerên li navçeyê nû nînin, berê jî gelek pirsgirêk gihaştin asta şer, lê belê piştî Heşdî Şebî hat herêmê pirsgirêk hertimî bû.
Eysam Abdullah Ahmet ê li Xurmatû rojnamevaniyê dike da zanîn, alî heta niha çend caran li hev civiyan, lê tevî vê yekê jî pirsgirêk bi rengekî mayînde çareser nekirine.
Ahmet got, "Heşdî Şebî ji gelek komên cuda pêk tê. Lewma dema hûn bi komekê re pirsgirêkê çareser bikin, komeke din xwe nade ber vê çareseriyê. Her komek jî pişta xwe dispêre hêzên cuda, li gorî xwe xwedî armanc in. Li Rojava, li Bakurê Kurdistanê bi kîjan armancê êrîş li hemberî Kurdan tê kirin û kîjan hêz li pişt êrîşkaran be, sedema rûdana bûyerên li Xurmatû û hêzên li pişt van êrîşkaran jî heman in."
'DIVÊ GEL XWE BIPARÊZE'
Ciwanê bi navê Huner Fatîh diyar kir, hêzên Heşdî Şebî anîne navçeyê ji rûdana bûyerên li Xurmatû berpirsyar in û ev nirxandin kir: "Qaşo ji bo gel li hemberî DAIŞ'ê biparêzin, Heşdî Şebî anîn navçeyê. Halbûkî pêwîstî bi vê tinebû. Eger derfet ji gel re bihata dayîn, tevî pêşmergeyan me yê xwe biparasta. Piştî ku Heşdî Şebî hat, li navçeyê bicih bû. Piştre di navbera Tirkmenan û Kurdan de tevlîhevî û alozî derxistin. Bi çareseriyên demî re nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê Heşdî Şebî ji sedî sed ji vir bê derxistin. Eger êrîş bi vî rengî dewam bikin, weke gelê Xurmatû em ê xwe biparêzin. Banga min gel ew e ku xwe biparêze. Ji ber ku, xuya ye yên li ser desthilatadriyê ne ji bo berjewendiyên xwe nexe nava xeteriyê, naxwazin li hemberî Heşdî Şebî şer bikin."
'LI HOLÊ PLANEKE KIRÊT HEYE'
Hevseroka Meclîsa Gel a Herêma Germiyan a Tevgera Azadî Hawrê Cabbar ku li navçeyê lêkolînan dike işaret bi hêzên derve yên li pişt bûyerên li Xurmatû kir û got, "Bûyerên li Xurmatû encama polîtîkayên hêzên herêmê yên li hemberî Kurdan e. Bûyerên li vir diqewimin bi ti awayî ji siyasetên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan cuda nînin. Ji bo li Xurmatû pêşî li vê siyasetê bê girtin, divê pêşî li tevdana navbera gel bê girtin. Weke Tevgera Azadî em di wê baweriyê de ne, ku gava ev hat kirin wê bûyer bi dawî bibin. Heta niha gelek komên etnîkî û baweriyan ên cuda bi hev re jiyan û pirsgirêkên bi vî rengî derneketin holê. Lê belê piştî ku li herêmê guhertinên bingehîn pêk hatin, ev pirsgirêk jî der bûn. Ne tenê Kurd divê hemû cihêrengiyên li vir nekevin xefika vê siyaseta kirêt."
'ZAROKÊ ME MIR, BILA YÊ KESEKÎ DIN NEMIRE'
Di şerê bi Heşdî Şebî re di rojên dawî de 7 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Dayik û bavê Piştewan Azîz Mîthat ê hat qetilkirin dan xuyakirin, ku ew hêvîdar in kurê wan bibe şehîdê dawî û ji bo çareseriya pirsgirêkê bang li aliyan kirin.
Bav Azîz Mîthat Abdullah diyar kir, heta niha di navbera Kurdan û Tirkmenan de ti pirsgirêk tinebûn û got, "Werin em bi hev re bi rengekî aştiyane mîna berê bijîn. Heta niha pirsgirêk di navbera me de tinebûn. Divê mirov bi aqilane tevbigerin. Xuya ye hin hêz dixwazin me li hemberî hev bidin şerkirin. Ev hêzênhan ji derveyî Xurmatû ne û niyeta wan nebaş e. Kurê min zarok bû, bêguneh bû, lê hat kuştin. Hêvîdarim wê zarokê kesekî din nemire û ev şer wê biqede."
Dayika dilşewat Rabîa Sadûllah jî got, "Ez, kujerên zarokê xwe hewaleyî Xwedî dikim. Bila Xwedê hesabê kurê min bipirse. Hêvîdarim Piştewan wê şehîdê dawî be. Bi tenê dayik dikare êşa dilê dayikan fêm bike. Hêvîdarim dilê ti dayikê mîna dilê min neşewite."