Gelê Wanê xwe ji bo protestoya 15'ê Sibatê amade dike

Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî were protestokirin.

Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî were protestokirin.

Der barê çalakiyên protestokirina 15'ê Sibatê de li avahiya DBP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun daxuyanî da û diyar kir ku Ocalan bi felsefe û hêviyên xwe Şoreşa Rojava afirandiye.

'HILWEŞANDINA SÎSTEMA ÎMRALIYÊ ŞERTÊ JIYANA AZAD E'

Aygun da xuyakirin ku sîstema Îmraliyê ji aliyê wateyê ve hilweşiya ye û got, "Tevî ku vala derketiye jî, bi bilindkirina têkoşîna Rêbertiya xwe re, ji holê rakirina sîstema Îmraliyê şertekî jiyana azad e."

Aygun ji bo çalakiyên protestoyî yên 15'ê Sibatê bang kir û got, "Gelê Wanê û dostên gelê Kurd ku ji felsefeya Rêbertiyê îlham girtiye û hêviya azadî û demokrasiyê di dilê xwe de şîn kiriye, em bang dikin ku di 15'ê Sibatê roja Yekşemê saet di 12:00 de li ber Parka Feqiyê Teyran tevlî daxuyaniya çapemeniyê û meşa girseyî bibe."