Gelê Wanê wê azadiya Ocalan qîr bike
Gelê Wanê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve kolanan. Li bajêr wê du hefteyan aktîvîte bên lidarxistin û azadiya Ocalan bê xwestin. HDP û DBP’ê banga piştgiriya kampanyayê kirin.

Starta kampanyaya wê bi şîara 'Ji Ocalan re azadî” li Wanê bê lidarxistin bi civîneke çapemeniyê hat dayîn. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr jî tevlî civînê bûn.
'KAMPANYAYA ME WÊ BI DAXWAZA MÎLYONAN BIKEVE PRATÎKÊ'
Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn a di civînê de axivî diyar kir ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku daxwaza mîlyonan e bêyî cih ji nîqaşan re vekin wê bi her awayî nîşan bidin û got: “Kampanyaya ji Ocalan re Azadî wê bi daxwaza mîlyonan bikeve pratîkê.”
'PÊWÎST E BIRÊZ OCALAN TAVILÊ BIGIHIJE AZADIYA XWE'
BERNAME
Şahîn, têkildarî bernameya aktîvîteyan ev agahî da:
"7’ê Tîrmehê piştî kombûna li Terqarê ya 2 Nîsan em ê heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bimeşin û mîtînga xwe pêk bînin. Wê ev meşên me bi awayekî hemwext li gelek navçeyên me pêk bên. Dîroka destpêkirina kampanyaya me ji îro de destpê dike û heta 7’ê Tîrmehê her êvar saet 21.00’ê wê tevayî lambe bên girtin. 6’ê Tîrmehê saet 11.00’an bi tevlîbûna hemû hilbijartiyên me re ji bo mîtînga me wê belavokên destan li gelê me bên belavkirin. Dîsa 6’ê Tîrmehê piştî kombûna li avahiya DBP’a Artemêtan bi konvoya wesayîtan em ê bên navenda bajêr.”