Gelê Til Temir ji 7 salî heta 70 salî di nav seferberiyê de ye

Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê gelê Til Temir li bajêr ji 7 salî heta 70 salî bi ruhê seferbertiyê dixebitin.

Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê gelê Til Temir li bajêr ji 7 salî heta 70 salî bi ruhê seferbertiyê dixebitin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên 23’ê Sibatê gelê Kurd, Asûrî û Ereb li hember çeteyan di nav berxwedanê de ne. Kesên nekarin çekan bigirin jî ji bo şervanên YPG’ê, Meclîsa Parastina Xabûr û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî li mutfeqa hevpar xwarinê çêdikin.

Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gundên Asûrî û Til Temir bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Aqûbeta bi kesan kesan jî nediyar e. Ji derveyî hin deverên bi talûke ku zarok û kesên extiyar ji wan deveran hatine dûrxistin, li navenda bajêr her kes bi awayekî hevpar dixebite.”

'LOKANTAYA XWE GIRT JI ŞERVANAN RE XWARINÊ ÇÊDIKE'

Li Til Temir êrîşa çeteyan ket roja 10’emîn. Gel li hember êrîşên çeteyan bi şervanên YPG, YPJ û Asûrî-Suryanî re bi ruhê seferberî dixebitin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên 23’ê Sibatê li bajêr kesên dikarin çekan bikar bînin di nav parastina cewherî de cih digirin. Kesên nekarin çekan rakin jî ji bo ji pêdiviyên şervan û xebatên saziyan re bibin bersiv tevlî xebatan dibin.

Yek kesên ku dikana xwe girt û di nav hêzên berxwedanê de cih digire, Mahîr ê bavê 2 zarokan e. Mahîr got ku bawer e wê êrîşên çeteyan bên şkandin. Mahîr ji ber lokantaya wî hebû, ji bo xwarinê ji şervanan re çêbike li mutfeqê hatiye wezîfedarkirin. Mahîr têkildarî mijarê got, “A girînig xizmet e. Ez bi hevalekî xwe re rojane ji bo şervanên xwe yên li eniyê, bi alîkariya malbatên şehîdan xwarinê çêdikin.”

'WÊ BAJARÊ ME Û RÊBERTIYA ME AZAD BIBE'

Endama Yekîtiya Star Ezîze ya 50 salî jî li mutfeqê dixebite. Ezîze jî got, "Ji bo bajarê me ji çeteyan bê paqijkirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em her roj nûçeyan temaşe dikin. Têkçûna çeteyan li Til Hemis û Til Ebyad moralek mezin da me. Em bawer dikin wê çete li Til Temir winda bikin û bajarê me terk bikin. Ez bawer dikim wê Rêbertiya me jî di demeke kurt de ji zîndana Îmrali azad bibe û bê nav me.”

PIŞTÎ XWARINÊ NOBET

Jina bi navê Dilşa ya 27 salî û dayika 5 zarokan jî ku di mutfeqê de dixebite, diyar kir ku di heman demê de di nav hêzên parastina cewherî de jî cih digire. Dilşa wiha axivî: "Li vir piştî em ji şervanên me re xwarinê çêdikin, ji bo ewlekariya taxê em çeka xwe radikin û diçin nobetê.” Dilşa diyar kir ku di êrîşa çeteyan a li hember Til Temir, endamên Yekîtîya Star jiyana xwe ji dest dane û got, "Ji bo pêşeroja zarokên xwe, rûmet û şerefa xwe em ê çeteyekî jî li Til Temir û axa xwe nehêlin.”

'DIVÊ HER KES BEŞDAR BIBE'

Yek ji endamên komunê Cîhan û Emersî yê 30’î ji bo xebatên mutfeqê tên. Cîhan û Emersî diyar kirin ku ji bo şkandina êrîşên çeteyan û çeteyan ji xaka xwe biqewitînin çi ji destê wan bê wê bikin û banga tevlîbûna nav xebatan kirin.