Li Rojavayê Kurdistanê “Meşê Înê” yên vê hefteyê li hemberî êrîşên li ser kurdan bi drûşma “Em li her deverê li berxwe bidin” tên lidarxistin. TEV-DEM ku organîzeya meşan dike, banga tevlîbûnê kir.
“Meşê înê” ku her hefteyê tên lidarxistin û li ser mijarekê tên rawestîn, dê vê hefteyê li dijî êrîşên li hemberî kurdan bêne lidarxistin. Meşên ku dê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bêne lidarxistin, ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve bi dirûşma “Em li her deverê li berxwe bidin” tên organîzekirin. Li her bajarekê di çarçoveya amadekariyên meşan de, banga tevlîbûnê li gel tê kirin. Li gorî bajaran bernameya meşan wiha ye:
Qamişlo
Meş dê saet di 12.00’an de li ber ber Mizgefta Qasimo bê destpêkirin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de, li nava bajêr bi wesayîta anonsê banga tevlîbûnê li gel tê kirin.
Amudê
Li bajarê Amudê meş dê ji Meydana Şehîd Cîhat saet di 16.00’an de destpê bike.
Serêkaniyê
Meş dê ji Meydana Dêwa (Xaçerêya Hesekê) destpê bike û li Qada Azadiyê bidawî bibe.
Tirbespiyê
Li bjarê Tirbespiyê meş dê saet di 14.30’an de li Qada Şehîd Luqman destpê bike.
Tiltemir
Li Tiltemir jî, meşa înê dê saet di 16.00’an de li ber Mizgefta Mezin destpê bike.